Hevpeyvîna bi Serokê Giştî yê Komeleya Piştgiriya Bi Mustazafan re

16:32 - 27 Îlon 2012
Serokê Giştî yê Komeleya Piştgiriya Bi Mustazafan re (Mustazaf-Der) Hûseyîn Yilmaz, diyar kir ku ger feraseta “tirkbûn” û “kemalîzmê” ji holê ranebe û tirk “netewe dewletê” biparêzin, wê çaxê mafên kurdan jî heye netewe dewletê ava bikin.

Yılmaz, destnîşan kir ku xweserî, federasyon û serxwebûn di îslamiyetê de mafên neteweyan e û divê tirk êdî dev ji feraseta “goşt” û “neynûkê” berdin. Yılmaz, da zanîn ku tirkparêz tirkan xwe weke goşt û kurdan jî weke neynûk dibînin û bal kişand ku tu fonksyîn û peywira neynûkê tune ye.

Mustazaf-Der ku navenda wê li Amedê ye û li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê rêxistinkirî ye, bi nêzikbûna xwe ya bi Hîzbûllahê re tê zanîn û gelek xebatkarên wê demekê ji doza Hîzbûllahê hatine girtin, ceza xwarine û hatine darizandin. Heftiya borî cara ewil Hîzbûllahê manîfestoya xwe ji raya gel re eşkere kir. Di manîfestoyê de hate gotin ku kurd xweserî, federasyon an jî serxwebûnê bixwazin, ew ê jî piştgirî bidin daxwaza gel. Di manîfestoyê de hate diyarkirin ku ew dikarin bi hin rêxistinan di şûna pevçûnan de, di xalên hevpar de hevkarî bikin. Ev yek weke hevkariya bi PKK’ê re hate fêmkirin. Rojnameya me Rûdaw, li ser manîfestoyê, şerê di navbera PKK û Hîzbûllahê de, têkiliya wan û Cemaeta Fetullah Gülen û AK Partiyê, bi Serokê Giştî yê Mustazaf-Der’ê Hüseyin Yılmaz re axivî. Me pirsî, Yılmaz jî bersiv da.

Dostên Hîzbûllahê ji ber qanûnan nekarîn xwe îfade bikin

Em ji manîfestoya Hîzbûllahê dest pê bikin. Li gorî te manîfestoya Hîzbûllahê tê çi wateyê?

Hüseyin Yılmaz: Ev çend sal in li ser Hîzbûllahê zêde spekulasyon tên kirin. Ji ber ku çapamenî û medyaya Hîzbûllahê tunebû, nekarî xwe îfade bike û bide nasandin. Ji xeynî Hîzbullahê herkesî li ser navê Hîzbûllahê tiştekî digot. Hîzbûllah tenê dikarî xwe di kovara bi navê “Kendi Dilinden Hîzbûllah” a ku li Ewropayê derdikeve bide nasandin. Ji xeynî vê kovarê tu weşanên Hîzbûllahê tunebûn. Herkesî li gorî xwe Hîzbûllahê tarîf dikir. Kesên dijmin aliyên din dîtin, dostên Hîzbûllahê jî ji ber qanûnan nekarîn xwe îfade bikin. Ji xwe di salên 90’î de tu kesî îdeolojî û fikr û ramanên Hîzbûllahê nepirsî. Li gorî hin kesan weke ku Hîzbûllah ji bo kuştin û darvekirinê ava bûye hat nîşandan.

Baş e, rastiya Hîzbûllahê çi ye?

Hüseyin Yılmaz: Rastî ev manîfesto ye. Ev pêvajoyekî nû ye. Hîzbûllah êdî xwest xwe bi nav bike, rave bike. Dibêje manîfestoya min jî bixwînin. Zimanê min jî bixwînin. Êdî dixwaze herkes Hîzbûllahê li gorî krîterên Hîzbûllahê bixwîne. Yanî Hîzbûllah êdî dixwaze nêrînên xwe yên civaka Tirkiyeyê bi nav bike.

Bila pirsa kurd bi riya Îslamî bê çareserkirin

Di manifestoye de tê gotin, “Kurd, xweserî, federasyon û serxwebûnê, çi bixwazin em ê piştgirî bidin.” Ev tê çi manayê?

Hüseyin Yılmaz: Ev tê wê manayê ku çerçoveya çareserkirina pirsgirêka kurd bila Îslamî be. Ez dikarim her tiştî nîqaş bikim. Sînorên welatan di şerê yekemîn ê cihanê de hatine danîn. Ev sînor ji aliyê me ve nehatine diyarkirin. Madem, ev sînor ji aliyê me ve nehatine diyarkirin, sedema perçekirina Kurdistanê jî, ne kurd in. Hêzên desthilat Kurdistan perçe kirine.

Heke Bakurê Kurdistanê hebe, wê çaxê Başûr û perçeyên din ên Kurdistanê jî hene

Di manîfestoya Hîzbûllahê de tê gotin “Hîzbûllah bi taybetî xwe li Bakurê Kurdistanê birêxistin dike.” Cara ewil e ku em dibînin evqas zelal behsa Kurdistan tê kirin. Em ji vê gotinê divê çi fêm bikin?

Hüseyin Yılmaz: Ev gotin tê wê maneyê ku Hîzbûllah sînorên Mîsaki Mîllî qebûl nake. Heke Bakurê Kurdistanê hebe, wê çaxê Başûr û perçeyên din ên Kurdistanê jî hene. Hîzbûllah li ser axa Kurdistanê ava bûye, lê xwe bi Kurdistanê jî bi sînor nake. Di çarçeveya “Biratiya İslamê” de dixwaze kurd, ereb û tirkan hembez bike. Îslam kîjan mafan dabe tirkan, dide kurdan jî. Heke em di vê erdnîgariyê de bi hev re bijîn, divê mafên tirkan çiqas hebe, mafên kurdan jî ewqas hebe. Erdnîgariya ku em li ser dijîn, nifûsa xwe ji sedî 99 misilman e. Em di bin “biratiya îslamiyetê” de parvekirinekî adîl û wekhev dixwazin. Lê mixabin ev sîstem nikare tiştekî wisa çêke. Yanî di nava vê sîsteme de çareserî ne mimkun e. Divê sîstem xwe biguherîne.

Tirk xwe weke goşt kurdan jî weke neynûk dibînin

Ger sîstem xwe neguherîne, wê çaxê divê çi be?
Hüseyin Yılmaz: Heke tirk feraseta dewleta netewe û feraseta herkes “tirk e” û herkes divê “kemalîst be” terk nekin, wê çaxê mafê neteweyên din jî heye ku dewleteke netewe ava bikin. Dewlet niha dixwaze kurdan entegreyê rejîma kemalîst bike. Dixwaze kurdan di nava sîstema dewleta tirk de bibîne û kurdan entegreyê wê sîstemê bike. Lê îslam wan tiştan naxwaze. Sîstem niha dixwaze kurdan di nava dewleta tirk de weke tirk bide qebûlkirin. Lê îslamiyet li dijî vê yekê ye. Îslam dibêje bibên birayên hev. Gotineke klasîk a îslamparêzên tirkparêz heye. Dibêjin “Em bi kurdan re weke goşt û neynûk in, em nikarin ji hev veqetin.” Ev ne gotineke îslamî ye. Ev projeya helandina kurdan a di nava desthilatdariyê de ye. Ma di gewdeyê mirov de fonksiyon û peywira neynûkê çi ye? Li gorî vê ferasetê tirk gewde bi xwe ne û kurd tenê neynûk in. Yanî tirk çiqas destûr bidin dê ew neynûk dirêj bibe û dema destûr nedin jî dê wê neynûkê bibirin. Bi vî çavî li kurdan dinêrin. Halbûkî li gorî îslamiyetê hemû mûmîn perçeyek ji gewdeyê ne. Kêmbûna qewmek tê maneya kêmbûna wê gowdeyê. Lê îslamiyetê negotiye kîjan serî ye, kîjan dest û kîjan mil e.

Ev manîfesto cara ewil hate weşandin. Gelo Hîzbûllah û kesên ku heman ferasetê diparêzin, dixwazin pêvajoya avakirina partiyeke siyasî bidin destpêkirin?

Hüseyin Yılmaz: Hîzbûllah eşkere dike ku ew rêxistineke çekdarî nîn e. Li dijî ravekirina Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) derdikeve. Xwe weke cemaet bi nav dike. Ev manîfesto belgeyeke zelalbûnê ye. Bi qasî ku em ji manîfestoyê fêm dikin, rêberê wê yê nû Edip Gümüş e. Bi vî awayî pêvajoyeke nû tê destpêkirin. Bi vê pêvajoyê re Hîzbûllah êdî xwe ji raya gel re aşkera dike, zelal dike. Ev gaveke girîng e.

Berê çima xwe ji raya gel re eşkere nedikir?

Hüseyin Yılmaz: Ji ber şer û pevçûnên diqewimîn, ji rêxistinbûna nepenî sûd wergirt. Dema aşkera kir rêberê wê Hüseyin Velioğlu ye, ew îmha kirin. Dikaribûn sax bigrin, lê kuştin. Piştre hate gotin ku Selahattin Örük bûye rêberê Hîzbûllahê. Piştî vê yekê Örük li baxçeyê mala wî kuştin. Yanî hemû rêberên wê bi kuştinê re rû bi rû man.

Ji bo şer dernekeve, Hîzbûllahê gelek caran ji PKK’ê re qasid şandine

Têkiliya Hüseyin Velioğlu bi dewleta kûr re hebû?

Hüseyin Yılmaz: Di parastinên doza sereke ya Hîzbûllahê de, derkete holê ku ji bo di navbera PKK û Hîzbûllahê de şer neqewime, gelek caran Hîzbûllahê ji PKK’ê re qasidan şandiye. Lê PKK’ê çawa rêxistinên din ên çepgir hemû tasfiye kir, xwest Hîzbûllahê jî tasfiye bike. Wê demê navbera Doğu Perinçek, Yalçın Küçük û Abdullah Öcalan pir baş bû.

“Cihê ku PKK’ê li hemberî Hîzbûllahê şer nekiriye, Hîzbûllahê jî êrîş nekiriye”

Tê îdiakirin ku Hüseyin Velioğlu û generalekî tirk bi hev re hatine dîtin…

Hüseyin Yılmaz: Doğu Perinçek, Yalçın Küçük û Abdullah Öcalan bi hev re wêne kişandine. Lê derbarê Hüseyin Velioğlu de tenê îdiaya kesekî heye. Li gorî qenaeta min Perinçek û ekîba wî, ji Öcalan re gotin “Vaye jixwe hindik ma, tu Kurdistanê ava dikî. Ev oldar dê li serê te bibin bela. Van hemûyan ji holê rake, wisa Kurdistanê ava bike.” Bala xwe bidinê, cihê ku PKK’ê li hemberî Hîzbûllahê şer nekiriye, Hîzbûllahê jî êrîş nekiriye. Li cihên din tenê mafê xwe yê bersivê bi kar aniye. Herî dawî bi awayeke defakto agirbestek çêbû.

“Cemaeta Gülen li vê herêmê Hîzbûllahê ji xwe re reqîb dibîne”

Têkiliya we û Cemaeta Gülen heye yan na?

Hüseyin Yılmaz: Ji ber ku Cemaeta Gülen li vê herêmê Hîzbûllahê ji xwe re reqîb dibîne, çapameniya nêzî cemaetê, hewl didin têkiliya Hîzbûllahê û Ergenekonê bi hev re deynin û wê wisa nîşan bidin. Heman çapemenî dixwaze PKK’ê jî weke têkiliyeke bi Ergenekonê re nîşan bide. Çimkî Ergenekon niha di hedefê de ye. Cemaeta Gülen li vê herêmê Hîzbûllahê û BDP’ê ji xwe re weke reqîb dibîne. Dixwaze îmajeke wisa çêbike ku têkiliya Hîzbûllah û PKK’ê bi Ergenekonê re heye. Lê mustazaf zarokên vê herêmê ne. Divê tenê bi çavên komeleyek li van neyên nihêrtin. Bi hemû pirsgirêkên gel re eleqedar dibin. Di çalakiyên me de bi deh hezaran, sed hezaran meriv dicivin, tên ba hev. Cemaeta Gülen bi nêzikahiyeke îslamî tê lê dixwaze kurdên misilman entegreyê sîstemê bike. Beriya ku dewletê û îslamê li hev bîne, hewl dide ku kurdên misilman bi dewletê re li hev bîne. Cemaeta Gülen li rojavayê Tirkiyeyê jî heman tiştî dike.

Îro ji PKK’ê zêdetir dewlet êrîşî me dike

Di referandûmê de ji ber ku hûn çûn ser sandoqê û we deng bi kar anî, gotin hûn nêzî Cemaeta Gülen in…

Hüseyin Yılmaz: Li gorî me referandûm ji bo gel baş bû. Di vir de em û AKP di heman kareyê de bûn. Em bi Cemaeta Gülen re ketin heman kareyê. Lê referandûm pêşiya azadiyan vedikir. Me digot dê ev referandûm pêşî li sivîlbûnê veke. Jixwe em niha dibînin ku derbekarên 12’ê îlonê tên darizandin. Me piştgirî da hêviya guherînê. Lê îro ji PKK’ê zêdetir dewlet êrîşê me dike. Di bin kontrola hikûmeta AK Partiyê de midûriyetên ewlehiyê êrîşên me dikin. Li Edeneyê PKK’iyan avêt ser komeleyê me. Heftiyek piştî vê êrîşê dewletê jî êrîş bir ser heman komeleya me. Di êrîşa PKK’iyan de hevalên me bi sivikî birîndar bûn. Lê di serdagirtina dewletê de, dewletê li serokê me yê Mustazaf-Der’ê ceza birî. Polîsên vê hikûmetê ji 50’î zêdetir hevalên me binçav kirin û ceza dan wan. Hê jî hinek ji wan tên darizandin.

Gelo mimkun e Hîzbûllah careke din dest bi têkoşîna çekdarî bike?

Hüseyin Yılmaz: Hîzbûllah di manîfestoya xwe de bi awayeke eşkere dibêje. Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de, çekan qebûl dike. Ger bixwazin wê îmha bikin, dê bersiva xwe bide. Lê ji xeynî vê yekê tu caran dest bi çekan nake. Di manîfestoyê de dibêje, ji civakên ne misilman bigirin heta derdorên din re, soza pevrejiyanê dide. Tenê dê têkoşîneke fikrî li hemberî derdorên din bide.

Em dikarin di xalên hevpar de ligel BDP’ê bên ba hev

Mustazaf-Der û BDP… Herdu jî têkoşîna fikrî didin. Gelo mimkun e hûn û BDP li ser hin xalan bi hev re tevbigerin?

Hüseyin Yılmaz: Li ba me tu astengiyeke wisa tune ye. Em bi BDP’ê re têkoşîna fikrî bidin. Lê bila tundî tunebe. Bila êrîşên li hemberî me şermezar bikin. Em dikarin di xalên hevpar de bên ba hev. Îro di biryargehên JÎTEM’ê de cesed (meyt) derdikevin. Mirov dikare bi hev re li ser vê yekê xebateke hevpar bike. Di bin navê Hîzbûllah de, polîsan hin kesan binçav kir û ew wenda kirin. Ma em ê çima di van mijaran de xebateke hevpar nemeşînin? Lê hevkarî divê tenê li hemberî jiholêrakirina wê niheqiyê be.

Ger tirk bixwazin bi kurdan re bijîn, divê dev ji cudaxwaziyê û tirkparêziyê berdin

Li gorî te pirsgirêka kurd di makeqanûna nû ya tê amadekirin de, dê çawa çareser bibe?

Hüseyin Yılmaz: Pirsgirêka kurd dikare bi cureyên cuda cuda bê çareserkirin. Em alîgiriya jiyana bi hev re dikin. Em naxwazin cuda bibin. Lê divê ev jiyan adîl be û wekhev be. Ger temsîliyeteke wekhev hebe, em ê piştgirî bidin pevrejiyanê. Divê dewleteke wisa hebe ku li ser her bostekî vî welatî, mafên herkesî hebe. Ger tirk bixwazin bi kurdan re bijîn, divê dev ji cudaxwaziyê û tirkparêziyê berdin. Ger tirkî zimanê fermî (resmî) be, divê kurdî jî bibe zimanê fermî. Divê zimanê kurdî di dibistanan de weke dersa hilbijêr nebe. Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ger piraniya civakê kurd bin, çima kurdî jî nebe zimanê fermî? Ger feraseteke wiha bi pêş bikeve, ev pirsgirêk dê çareser bibe. Ev xalên hevpar ne bi kemalîzmê, ne bi apoîzmê û ne jî danezanên navneteweyî yên Ewropayê dikare çêbibe.

Baş e, dê bi çi çêbibe?

Hüseyin Yılmaz: Di civakeke ku ji sedî 99 misilman in de, divê biratiya îslamê hebe. Divê aliyê netewebûnê yên dewletê ji holê rabe. Divê laîkiya ku ji bo cıvata îslamê tê bikaranîn, ji holê rabe. Ger di makeqanûna nû de dewleteke adîl ku mafên wekheviyê diparêze çêbibe, pirsgirêk dê çareser bibe.

Ger sîstemeke îslamî bê avakirin, dê herkes bikaribe xwe bi rihetî îfade bike? Mînak jineke misilman dê bikaribe şalekî qot (pantorê qot) li xwe bike?

Hüseyin Yılmaz: Ev kîtekît in. Ev ne sererastkirinên makeqanûnî ne. Ev jiyana taybet e. Jiyana taybet tiştekî cihê ye. Îslam dest nade jiyana taybet. Ehlaq û adabeke giştî heye. Di makeqanûnên me yên niha de jî xalên teşhîrkirinê hene. Ger yek navika xwe vekirî bihêle, ev yek teşhîrkarî ye. Tu wê çaxê hin aliyên xwe yên mahrem teşhîr dikî. Ev kîtekîtên biçûk in. Niha tenê îslamiyet dikare kurd, tirk û ereban bi hev re bide jiyandin..(Rûdaw / Hawar Net Servîsa nûçeyên rojevê)
Weşanger HAWAR dem: 8:59 AM Mijar: Bakûrê Kurdistanê, Hevpeyvîn, Polîtîka, Rojev
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?

Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET\'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan \"name/URL\" an jî \"anonoymous\" ê hilbijêre...

Jêder: Hawarnet