HEVPEYVÎNA BI KAYA MÛŞTAKHAN RE
21:55 - 18 Tebax 2012
Bi rastî ez ji çîroka navê xwe dest pê bikim wê baştir be, malbata min navê min Keya daniye, lê dewletê kiriye Kaya. Ez bi eslê xwe ji Kurdên Başûrê Kurdîstanê(Hewlêrê) me, bavê min muftî bû malbata me di dema perçekirina Kurdistanê de li bakur dimîne, dema ku welatê me, neteweya me perçe kirine malbata me jî perçe kirine.
Birêz Kaya Mûştakhan hûn karin xwe bi me û xwendevanên me bidin nasîn?
Kaya Mûştakhan: Bi rastî ez ji çîroka navê xwe dest pê bikim wê baştir be, malbata min navê min Keya daniye, lê dewletê kiriye Kaya. Ez bi eslê xwe ji Kurdên Başûrê Kurdîstanê(Hewlêrê) me, bavê min muftî bû malbata me di dema perçekirina Kurdistanê de li bakur dimîne, dema ku welatê me, neteweya me perçe kirine malbata me jî perçe kirine.
Hûn kengê û li ku derê ji dayik bûne?
Ez li Qoserê, di sala 1932’an de ji dayik bûme, xwendina seretayî li vê derê min xwend, bavê min tim digot lawo bixwînin dîroka xwe hîn bibin, dema ez di pola çaran de bûm, rojekê mamosteyê Tirk hat got îro em ê waneya dîrokê bixwînin, kêfa min hat û min got baş e emê dîroka xwe jî bixwînin, wî got hûn kî ne? Min jî got anku dîroka Kurdan, gazî mîn kir û ez bi kêf çûm cem, ji ber ku ez zîrek bûm, ji min pir hez dikir, lê ji kîna(kerh) xwe ya li hember Kurdan sîleke wisa li min xist ez li erdê dirêj bûm, li erdê jî li min xist û got ha ji te re dîroka we, ez giriyam û hatim malê, bavê min got çi bûye, min bûyer jê re got, ew pir li ber ket lê wî dil da min û got lawo divê hûn bixwînin xwe ji bin destê zaliman derxînin.
Arşîva we ya ku we ji pirtûkxaneya Mehemed Uzunî re diyarî kiriye arşîveke çawa ye?
Wek me berê gotibû şîretên bav û kalên me em ber bi lêkolînan ve birin, di vê arşîva me de li ser dîroka Kurdan bi qasî sê-çar hezar pirtûk gihîştin hev, bi daxwaza Serokê Şaredariya Mezin a Amedê birêz Osman Baydemirî me ji pirtûkxaneya Mehemed Uzunî re diyarî kir.
Hûn dikarin di derbarê têkiliya xwe ya bi zaravayên Kurdî re agahî bidin me?
Belê, Min berê jî gotibû, bavê min Kurdê Soranîaxêv(Kurmanciya Jêrîn) bû, dayika min jî ji Kurdên Çewlîkê bû, bi Kirdkî diaxivî, ez jî di Kurmancî de serkeftî bûm. Bi kurtî ez dikarim bêjim ku ez nêzî her sê zaravayên Kurdî me yên ku îro ji aliyê bi milyonan Kurd ve tên bikaranîn. Ji ber vê taybetiya min ez di gelek saziyan de wekî şêwirmendekî xebitîm. Wek mînak di sala 1976’an de di Kovara Rizgariyê de ku bi berpirsyariya Mehemed UZUNî, bi Kurmancî di Newroza wê salê de derket ji hêla zimanî ve min şêwirmendî kir. Dîsa di salên 1990’an de ji bo Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê jî me şêwirmendiya zimanî dikir, di van salên dawiyê de me Incîl( Mizgîn) wergerand Kurmanciyê û hwd.
We gotibû malbata min ji Başûrê Kurdistanê ye, hûn qet çûn Başûr?
Belê, ez di salên nêzî şêstî de çûm Başûr, çûna min ne wek çûneke asayî bû, ez bi bandora bayê Azadiyê, ku Mele Mustefa BARZANÎ ji Rûsyayê hatibû Kurdistanê bi xwe re anî bû, har û dîn bûbûm. Min mala xwe zarokên xwe mamostetiya xwe hîşt û bi ser rêyan ketim, ez ji Nisêbînê derbas Qamişlo bûm. Çûm cem Cegerxwîn û malbata Cemîlpaşa, ji wêrê jî derbas Bexdayê bûm wê demê Mele Mustefa BARZANÎ li wêrê bû. Bi awayekî gelek xweş ez pêşwazî kirim, nasnameyek ji min re da amadekirin, ez li wê derê gelek mam û bi Barzaniyê nemir re xebitîm. Paşê min dît ku derdora BARZANÎyê nemir hesûdiyê dikin min destûra xwe xwest û ez vegeriyame Bakurê Kurdistanê. Di dergehê Xabûrê de dewletê ez girtim, piştî lêpirsîn û lêkolînên dûr û kûr dewletê ez sirgûnê bajarê Moxlayê kirim, ez li wê derê ji welat û malbata xwe bi dûr ketim.
Hûn karin hinek qala perwerdehiya xwe bikin?
Belê,Min lîsê li Qersê xwend, Dibistana Mamostetiyê jî li Erzeromê xwend. Paşê du salan min huqûq xwend, sê salan felsefe xwend lê herdem ji aliyê dewletê ve rêya me hate birîn. Ez ji Moxlayê derneketim heta malnişîn bûm. Piştî malnişînê ez li Îzmîrê bi cih bûm û niha jî li wêrê dijîm.
Wekî ku we îşaret pê daye we rêberî û şêwirmendiya Mehemed UZUNî kiriye ku nivîskarekî bi nav û deng e. Hûn karin hinek şêwirmendiyê ji me re jî bikin ku em jî serkeftî bin?
Estexfurulah, ew çi gotin e, ji xwe hûn xizmeta zimanê xwe dikin, ev karekî pîroz e, ez ji we re serkeftinê dixwazim.
Di demên pêş de heger ku em li ser zaravayên Kurdî panelekê li dar bixin hûn karin beşdar bin?
Bi rastî ez dixwazim ji serokê Şaredariya Mezin a Amedê birêz Osman BAYDEMIRî re spas bikim, dema ew jî bixwaze bi kêfxweşî ez ê werim.
Di dawiyê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Di dawiyê de ez dixwazim hûn vî karê xwe yê pîroz berdewam bikin û ji bo alîkariya Mehemed ERMÎŞî jî ez gelek spas dikim.
Em jî ji we û Mehemed ERMÎŞî re gelek spas dikin, bimînin di xweşiyê de…
Jêder: Gelawêj