Hevpeyvîn bi ciwanê kurd ji bin xetê bi Kawa Îbrahîm va

16:05 - 19 Tebax 2012
Encûmana Niștimanî ya Kurdî li Sûrîyeyê û Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê bi însîyatîfa serokê Kurdistanê Mesud Barzanî peymanek îmza kirin. Kurd wê bi hêzên çekdarî herema xwe biparêzin.

Nuha min ku wî hevpeyvînî amade dikir, pir nûçeyên balkêș û xweș ji bașûrê piçûk dihat. Hêzên Bișar Esad xwe ji hin cîyên Kurdistana Rojavayê piçûk para kișandîne. Kobanî, Amûd, Efrîn ketine destê Kurdan. Kurdên binxetê der û dora balafirgeha Qamișlo girtine û hikumeta Sûrî nuha xelkê xwe bi çekên kîmyewî tehdît dike. Dewleta Îsraîl heta nuha dengê xwe nedikir lê piștî ku hesîya çekên kîmyewî amade kirine û wê bikar bînin, agahdarîyek di televîzyonê da dan ku welatên wana jî di bin tehdîda Bișar Esad da ye.

Kawa Îbrahîm di tekoșînê da cîh girtîye û pir tiștan bi çavên xwe dîtîye. Nuha li bajarê Dortmundê ji ber wan çalakîyên xwe yên welatparêzî penabirîya xwestîye û hatîye qebul kirin. Min jê pirsî ku bo xwendevanên me hin agahdarîyên ku ew dizane bide.

- Kerema xwe dikarî xwe bo xwendevanên me bidî nasînê?

Kawa: Ez Kawa Îbrahîm im, kurê Cemîl Îbrahîm. Em tên naskirin wek „Mala Heso“ . Min Zanîngehê qedand li sala 2011 an da. Min ekonomî xwend. Di sala 2000 an da ez bûm endama Partîya Pêșverû. Di sala 2003 an da ez û hin ciwanên li Qamișlo me kovarek derxist. Navê wê kovarê „Hogir“ bû. Kovara me nîv Kurdî nîv jî Erebî bû.

Ji ber ku em xort bûn û mesele aborî bo me zehmet bû, me dor 4-5 jimara tenê derxist û wekî din em pașê sekinîn. Ji xwe em sê- çar kes bûn, hin yê wan mijûl bûn bi xwendinê û mesela jîyanê. Pișt ra li Unîversîtê min karê taybet kir. Di sala 2005-2006 an da min dev ji partîyê berda.

Me li Unîversîteyê bi xortên din va bi karê ser bixwe dikir, wek kursên zimanê Kurdî me dida. Xort û ciwanên Unîversîte ya Helebê me dor 15-20 kesan fêrî zimanê Kurdî kir.

Jê pê din min unîversîteyê qedand û min dor salekî karê bo jîyana xwe dikir.

Ev bûyerên dawî çêbûn û ez nikarîbûm êdî li wira bimînim û ez mecbûr mam ji Sûrî birevim. Ji ber ku ez bimama wê min bibirana leșkerîyê Sûrîyê.

- Piștî qedandina Zankoyê tu çûyî ku derê?

Kawa: Ez berê çûm li Qamișlo û li wir min karê xwe yên welatparêzîyê kir.

- Leșkerî çiqas didome li Sûrî?

Kawa: Berê du sal bûn, lê di vî dawîyê da bû salek û neh mehan.

- Tu ku hatî li Qamișlo, serîhildanan hember Bees destpêkirî bûn an na?

Kawa: Di destpêkê da bûn. Li ba me li Qamișlo hîç tiștek tunne bûn. Lê tenê xwepênîşandan çêbûn. Wekî din lêxistin û tiștên tund û tujî hê destpênekirî bûn.

- Xwepênîșandan li kingê destpêkir?

Kawa: Ez dixwazim çîroka destpêkirinê ji serî da bêjim.: Demostrasyon li Sûrî destpêkir piștra ketina welatê Tunisê, piștra Misir, piștra Lîbya û Yêmenê. Ew tirs hêdî hêdî li cem xelkê yên mirovên Ereb șikest. Ji ber ku mirovên Ereb di roja roj da di nav tirsek da bûn, bi tirs va dijîyan. Di mala xwe da newêrîbûn li pêșîya birayên xwe li ser hikumetê yan li ser serokê welat biaxifin. Tirs heya wê derecê hebûn. Lê piștî ku ew serokana yek-du ketin, ew tirs șikest. Lê çîrok ne ji tirsa șikestî destpêkir. Çîrok destpêkir bi zarokên Deraayê. Deraa li bașûrê Şamê ye.

Zarokên mektebê wek televizyon jî nîșankir, li ser dîwara mektebê dinvîsandin “Em dixwazin serokê me bikeve.” Ji ber ku millet dixwaze, ev sîstema Beesê bikeve. Ew zarokana tiștek nizanbûn , lê ji televîzyonê dîtîbûn. Hingê nîzama Bees wan zarokana girtin bi emrê 8-10 salî û avêtin hepsan. Neynûkê tilîyê wana kişandibûn. Çîrok ji wir destpêkir. Neynûkê wan kișandin, lêxistin, êșandin ji heya cîhê lêxistinê ji lașê wan xuya dikirin.

Ew roja roj bû ku bavê wan, xwedîyê wan, çûne cem general yan zabitên berpirsîyar gotin: “ Ewana zarok in, tiștek fehm nakin, ewana berdin.” Gotina wana ji wana vegerandine û bersîv dane ku “Jinên xwe bînin, em ji we ra zarokên nû çêkin”. Binêr çiqas pîs û bêehlaq in. Bajara Deraa jî bajarek eșîrî ye. Ew gotinên ulo bo wana șermezarîyek giran e. Ew Erebana, serê xwe egalên spî dipêçînin. Kesên ku çûbûn li wir, egalên xwe danîne ser masê. Li cem Ereba tê wê manê ku „Em vê gotinê ji we ra nahêlin. “ Çîrok ji wir destpêkir. Xelk derketin demosrasyona. Di destpêkê da xelkê Deraayê dewa zarokên xwe kirin. Piștî wî hêdî hêdî mezin bû, wek welatên din ya Ereban. Her roja înê piștî nimêjê derketin xwepênîşandan pêkanîn. Li Sûrîyê demotsrasyon qedexe bûn. Li roja roj da derkevî demostrasyonek, qedexe ye. Tu yê bêyî lêxistin, tu yê bikevî hepsa.

Demostrasyon li Sûrî di 15.03 da destpêkir. Li bajarê Deraa yê. Pașê derbasî Hamma, Humûs heta gihîște bajarên Kurdan Ev wek zincîrek bû...

Li înêya çar an pênc bû ji 15 yê meha adarê li ba bajarên Kurdan destpêkir û ewana jî dixwastin ji sîstema Beesê xilas bibin. Ji ber ku malek tunne pê neêșî ya ne.

- Sîstema Bees ji bo Kurdan çi bû?

Kawa: Di sala 1964 an da nîzama Bees, Sûrîyê xistîbû bin destê xwe. Lê di sala 1965 an da mirovek Beesî û șovenî kitêbek derxistîye û navê wî kirîye „ Kemera Erebî“. Di eslî da ew Kemera Erebî ji bo Kurdan derketî bû. Çi bû, em dikarin bi kurtî bêjin: Ewî dixwast milletê Kurd ji bajarê wana derxînin bi tewa bînin li beyabana( qûmistan) Sûriyê, Derê, Tedmûr cîbicî bikin. Erebên ku li wir dijîn jî bînin li erdên Kurdan da bicîh bikin. Ew Kemera Erebî ji sînore Îraqê 300 km destpêdike 10-15 km. jî beyna Tirkîyê û Kurdistana Sûrîyê dirêj dibe. Yanî ji Dêrika Hemko destpêdike ev Kemera Erebî heya dighêje Dirbesîyê dibe.

Ewana dixwastin beyna Kurdistana Bakûr û Başûr ereban cî bi cî bikin, peywendîyên me Kurdan qûtbikin.

Lê ew proje pêk nehat. Lê tesîra wî hin pêkhatin. Sedî sed nizanim çima pêknehat lê dîsa jî qasî 4.000 malên Ereb anîn û danîne li bajarên me Kurdan. Ji me Kurdan erdên me yên kêrhatî hildan û dan wan Ereban bo ziraatê. Ji gelek Kurdan nasnamên wana hildan û ewana bûn ecnebî. Kurd wek penabir bûn li ser erdên xwe.

- Kurd dikarin di karê hikûmî de kar bikin?

Nuha ez nimunek bidim. Nuha min zanîngehê qedand. Ji bo ez kar bikim, gerek ez Beesî bim. Eger ez Beesî bim, rê li pêșîya min vedikin. Eger ez ne Beesî bim jî dikarim kar bikim, lê ji sedî 25. Lê wextê ez Beesî bim ji sedî 50, wexta ez Beesî û Ereb bim dibe ji sedî 90. Lê wextê ez Elewî bim ji sedî 100 ez dikarim kar bikim û bighêjim li dereceyek bilind.

Tiștek din jî heye, tu dikarî pere bidî dewletê, kar didin lê mudir bûyîn tenê heqqê Ereba ne.Mirov dikare paye bilind bibe, eger mirov Ereb, Elewî û Beesî bibe.

- Mektebên we ya Erebî ne, perwerde bûyîn bi zimanê Erebî ye?

Kawa: Mekteb û zimanê mektebê bi Erebî ne. Zimanê Kurdî qedexeye . Me bi dizî li malan da Kurdî didan. Eger em hatûbana girtin jî emê biketana zîndanan û li me bixistana jî. Divê ji ber wê yekê bi dizî çêkirana.

- Em dîsa bênê li ser xwepênîșandanan. Li kingê ba we li bajarên Kurdan demosrasyon destpêkirin?

Kawa: Wek min gotî , piștî ku li bajarên Ereban destpêkir, çar-pênc hefte pașê li ba me jî çêbûn. Xortên Kurdan bi ser xwe derketin, ne partî. Ewana navê xwe “Yekitîya hevrêzan” danîbûn li Qamișlo. Hevrêzek çêkirin, yanî xort xwe dan ba hev. Hevrêza Șamê, Helebê, Qamișlo, Humisê, Deraayê çêbûn. Ev hevrêz tev li înternetê jî hevdu dîtin. Ev hevrêzan ne girêdayî partîyan bûn. Bi ser xwe bûn, ser înternetê jî hevdîtin bi taybet li ser Skyp. Ji ber ku hacker nikarîbûn bikevin Skypê û her tiștî xirab bikin, programek baș bû. Ev program berfireh e û informasiyona nade derva. Gotarên kesan li ser vî programê belav dibûn.

- Di wan Koman da Kurd û Ereb tev hev dixebitîn?

Kawa: Di bajarên Kurdan da tenê cîwanên Kurd di wan hevrêzan da kardikirin. Li bajarên din da eger Kurd hebûna gel xortên Ereban ra tev dixebitîn.

- Ew hevrêzana çawa dixebitin?

Kawa: Di demosrasyonan da kar dabeș dibin.

Her xortek karek wî heye. Șevek berê hin xort caw tînin, ser dinivîsînin, alan çêdikin û bi dizî dibin di mala xwe da vedișêrin. Nêzikê demosrasyonan al û cawan ser nivîsandî tînin û di demosrasyonan da vedikin.

Kesên ku di xwepênîşandanan da wêneyan dikșînin, him wêne û him jî video dikşînin cûda ye. Wêneyê zindî ji Qamișlo û ji bajarên din hemû ew xortana dikșînin û dișînin Televizyonan. Bo wêneyên zindî karek mezin tê çêkirin. Ew video tê girtin. Hevrêzên Kurdî henin di ser You tu be, ewana ewî peya dikin. Xortên ku bazdane ji Sûrî çûne Tirkîyê a nuha li Îstanbolê dixebitin. Ez destê wan maç dikim. Ji ber ku karek pîroz dikin. Li șev û roj xew ji wana ra tunne, ji Șamê, ji Helebê, ji Humsê, ji her derê wêne dihatin û ewana dișînin televîzyonên dinyayê û wexta video zindî be, ji kamerayê yek ser dikșînin cem xwe û dișînin her derê.

- Tirk deng nakin, nabêjin hûn çima dikin?

Kawa: Tirk nuha rê vedikin. Carcaran wextê ku ez li Îstanbolê bûm, hinek Kurd ji hevalên me girtin. Pașê dengê xwe birîn û îzin dan. Ez pașê derbasî Dîyarbekirê bûm.

Di meselê teknolojîyê da karek din heye. Xort henin yek ji wan Kurd e jî. Ji meqerên leșkeran înformasyon dișandin. Berê șeva demosrasyonan berpirsîyar ji wan xortan agahdar dibû kîjan meqer vala an jî li ku derê leșker disekinin. Beșdaran diçûn di wan cîhên vala da xwepêşandan çêdikirin.

- Baş e Partîyên Kurdan li wê demê çi dikirin?

Kawa: Di destpêkê da partî ne digotin na ne jî erê. Gumana min ew helwesta pir baș bû. Ji xwe wek mirovên Sûrî em dizanibûn ew sîstema Beesî çawa ye. Wê serêșîya xwe tenê li derekî nîșan bidaya. Yanî em dizanîbûn yan li Humsê yan li Deraayê hin tișt biteqe. Ji kuștina bêtir hin tiștan bikin û kesan bi vî avayî bitirsînin. Ji ber vê yekê jî partî îzna xwe nedidan, wulo kirin ku xwe û millet biparêzin. Yanî waxtê sibê Bees bên û partîyan ra bêjin, çima xort derdikevin. Partî wê bêjin , walle ne me ji wan ra gotiye, ewana bi serê xwe derketine. Me plan û program bo vî tiştî danenîye.

Ji ber ku sistema Bees ditirsiya ku kuştinek li bajarên Kurdan pêkbê, hemû parçên Kurdistanê da dijî wî serêşîyek mezin derkeve. Ji ber vê yekê tund û tûjî ji li ba me nebû.

- Di dervayî welat komê ciwanan yên Kurdan henin an na?

Di dervayî welat xortên wan hevrêzan hene. Pirê wan li Tirkîye ne. Ji ber ku yên karên ku li nav welat dikin cara pêşîn wana ra dişînin, ewana jî belavê dinyayê dikin. Helbet Kurd piranî dişînine yên Kurdan ereb jî dişinin yên ereban.

- Peywendîyên te nuha di wan hevrêzan ra heye an na?

Peyvendiyen min her berdewam e le kar nakim. Ji ber ku ez hin nu hatime. Bi karê penabirîyê ve mijûl im.

- Artêșa Azad ya Sûrî kê nin?

Kawa: Ew Mirovên Ji leșkerên Beesê veqetîyane û artêșa azad avakirine..

-Hêza wana bi çi pêk tê? Kê piștgirîya wana dike?

Piștgirîya wan dibe ku ji hin welatê Ereb hebe û ji Turkiye jî dibe ku pișt girti hebe..

- Encumana Niștimanî ya Sûrî kêne?

Kawa: Encumana Niștimana Sûrî ji Encumana Niștimana Kurdî û partîya birayê misilman û mirovên Ereb yên ser bi xwe pêk tên .. Lê carcaran ne wekhevî di nêrînan da çêdibe, wek a nuha. Kurd di dema talî da xwe ji encumana niștimanî kișandin. Ji ber hinek pêşniyar û daxwazên wana pêkanînê.

- Baş e. Encumena Niştimanî ya Kurd û ya ser bi Pkk ê (PYD) li Hewlerê li hev hatin. Nuha rewşa Kurd çawa ne?

Ew karek gelek baş e. Eger ew peyman bi rasti û dilsozî ji alîyê Kurdan bête cî bi cî kirin. Ez bawer im gelek destketiyên mezin di mala me da peyda bibe.

- Encumana Niștimanî ya Sûrî, serokê wana kê ye?

Kawa: Abdulbasud Seyda ye. Serokatîya wî cepheyê her sê mahan tê guhartin. Berê yekî Ereb bû. Wextek hilbijartin çêkirin û Ebdulbesud Seyda kirin serok.

- Baș e serketin nêzik e an wê dur û dirêj bike gor dîtina te?

Kawa: Wan rojên dawî teqînek li Șamê bû. Gavek pir baș bû. Sê mirovên mezin mirin. Yek serokvezîrî leșkerî bû, yên din serokvezîrê hundirê Sûrî bû. Yê sisê ya jî alîkarê serokvezîrê leșkerî bû. Ji malbata Beșar bûn. Him jî ji malbata Beșar bû. Ew bombeya Șamê gelek gavan kêmtir kir. Ji bo xebata ev șoreșa li Sûrî.

Beșar Esad di sîstema xwe da rojên wî hindik mane, him wê zû bikeve û wê bikeve him jî sedî sed. Ji ber millet bixwaze û ber xwe bide, dijî neheqîyan derkeve, pêk dê. Millet xwîna xwe daye û vî sîstemê bixîne.

- Daxwazên Kurdan çi nin?

Kawa: Ev sîstem bi seroktîya Beșar Esad zû bikeve. Ji ber em Kurd ne bi kuștinê re ne, çi Kurd be, çi Ereb be, kuștinek zarokek be jî, me diêșîne. Em bi hêvî ne zûtir ev sîstem bikeve, kuștin li cem me li bajarên me tunne be jî, gelek hevalên min henin, Kurd henin li zîndanan da ne. Em hêvîdar in ku Sûrîye bi nêrînên nû, bi aqilên vekirî û demokratîk sîstemek nû çêbike. Kurd, Ereb, Elewî, Sunnî, Așûrî û her wekî din cîhê xwe di sîstemek nû da wekhev bibînin. Ez hêvî me pêșeroja Kurdên Sûrî wê baștir bibe..

Ez hêvî me, ew erdê me Kurdan yê ku dane Ereban bi awakî nerm û bê serêșî ji me ra vegerînin. Em wek milete duwemîn divê em xwe bi xwe idare bikin. Wek Kurdistan Başûr an otonomîyek rêk û pêk.

Êdî dewra diktatora ne nav me ne jî seranserê cîhanê da maye. Pêwist e Kurd wek gelek 40 mîlyonê pirtir bighîjin heq û mafên xwe yen rewa. Gor min îro Kurdistana rojava gavek bi aqilane bavêje, Kurdistana mezin jî wê pey bê.

Gelek sipas xortê delal. Her serketî bî.

Jêder: Dengêkurdistan