Hevpeyvîn bi berdevkê komîteya Kurdên Surîyê li Almanya

16:52 - 17 Tebax 2012
Berdevkê komîteya karên hevbeş ya Kurdên Surîyê li Almanya Ahmed Alî, desthilatdarîya Surîye ditirse kû pirsgirêka Kurd bibe pirsgirekek navnetewî

Seyîdxan Kurij - Almanya : Ahmed Ali berdevkê komîteya karên hevbeş yê Kurdên Surîye li Almanya ye. Di ew komîte de 8 Partiyên sîyasî, komelên demokratîk û kesên serbixwe hene.

Li Surîyê çi dibe?

Hema hema 50 salê Partîya Baas Surîyê îdare dike. Partîya Baas wek îdeolojîk partîyek nîjatperest û totalîter ango antîdemokratîk e. Ew li gor yek netew, yek partî û yek şef hatîye ava kirin. Ew qebûl nake kû li Surîye neteweyên din hene û hemû hevwelatîyên Surîye erep qebûl dike. Li gor makezagona Surîyê Partîya Baas xwedîyê dewletê ye û pêşenga civata Surîye ye. Hemû Partiyên sîyasî kû li Surîye bikaribin kar biin, divê pêşengîya partîya Baas ango otorîteya partîya Baas qebûl bikin. Surîye dewletek dadî nîne, dewletek polîsî ye. Pir caran kesên sîyasî tên girtin, bi salan malbatên wan nizanin ew li ku ne. Tu hurmeta dewleta Surîye ji bo mafê mirovan nîne. Tu rêxistinên mafên mirovan nikarin li Surîye karbikin.
Partîya Baas bi terorek dijwar welat îdare dikir. Li ser gelê Surîyê terora dewlet hebû. Gelê Surîye ji tirsa terora dewlet newêrîbû dengê xwe derxîne, hembera rejimê derkeve, ji bo mafên xwe yên mirovî, azadî û demokrasîyek rekûpêk têbikoşe. Lê bihara erebî kû hemû rojhelatanavîn girt bin tesîra xwe, gihişt Surîye ye ji. Gelê Surîye ji bo derew, zilm û zor û manîpulasyonên rejîma Baas edî bese got û serîhilda xwe avêt li ser kolonan. Ango gelê Surîye tirsa xwe şikand.

Kî serkeşîya tevgera mixalafet dike?

Li Surîye 50 sal zêdetire Partiyên Kurdan hene û ji bo mafên Kurdan yên netewî - demokratîk karûbarên xwe dimeşinîn. Dîsa hin Partiyên ereban ji hene. Lê esas tu partî an ji şexis tenê bi serê xwe serkeşîya vê serîhildanê nake. Esas ew serîhildan bir rêya înternet ango facebookê tê organîze kirin û serkeşîya wê ciwan dikin. Ji ber wê ji rejîm mat mayî maye, nizane çi bike, çawa pêşîya vê tevgerê bigre.

Di ew serîhildana gelê Suriye`de rola Kurdan çi ye?

Kurd li Surîye ew serîhildana dijî rejiîma Baasê de rolek sereke dilizîn. Lewra li Surîyê pencî salî zêdetir e, partîyan Kurdan hene, Partiyên Kurdan di nav civata Kurd rexistinîne, li ser gel bandora wan heye. Kurd bi hevra girêdayîne. Qasî 3 - 3,5 Kurd bi hevra ne, bi hevra tevdigerin. Partiyên Kurdan 50 sale hembera sîstema Baas ya şovenîst kû li ser gelê Kurd gelek projeyen şovenîst bikaranîne, têdikoşin. Kurdan her tim li hembera zilm û zorê serîhildaye. Gelê Kurd gelek qehreman û tekoşer e, xwedîyê kevneşopîyek berxwedanêye. Gava li Surîyê 5 kesên kû hembera kolonyalîzma Fransayê serokatîya berxwedanê kiriye, tên bi nav kirin, ji ewana 3 kes Kurd in.
Dîsa Kurd warîyê tekoşîn û serîhildanê de xwedîyê ezmûnêne. Wekû tê zanin gelê Kurd di sala 2004 an de serîhildana Qamişloyê pêkanîbû. Lê mixabin di ew serîhildanê de gelê Kurd tenê mabû. Vê gavê Partîya Baas fîtne û fesadî xist nav gelê Surîye ye, bi dek û derewan ereb hembera Kurdan bikaranîn. Planên Baas serketin, ereban li cem Kurdan cîh negirtin, hembera Kurdan şer kirin. Niha dîsa ji Baas dixwaze Kurdan û ereban bîne li hember hev, bi planên qirêj ewana ji hev veqetîne , lê heta niha ew planên rejîm yên qirêj bi ser neketin. Lewra Kurdan ji ereban ji ji ew ezmûnên berê ders wergirtine, ew nayên lîstikên rejîme.
Wek mînak edî di serîhildanên roja îne de gelê ereb bi Kurdî pêyivoka \" Azadî\" tîne ziman. Di piranîya televîzyonên welatên ereban wek ya \"El Cezîre\" de ji gotina \" Azadî\" tê gotin.

Li Suriye li ser gel terorek dijwar ya dewletê didome, her tim li ser kolonan înasan tên kuştin, lê li Kurdîstanê hin aramîyek heye, dewlet li vir qasî bajarên ereban teror pêk nehîne.

Belê raste rejîma Surîyê hembera gelê ereb terorek dijwar kar tîne. Hêzên parastinê yên rejîmê li hembera gel çekên giran kar tînîn. Kolonên bajaran panzer û tanqa dagirtîye. Li gor çavdêren navnetewî heta niha 1300 kes zêdetir însan hatine kuştin, bi hezaran birîndar heye, 10 - 15 hezar însan hatine girtin û 10000 hezar zêdetir hevwelatî koçber bûnê, bi taybetî çûne nav Tirkiyê yan Lubnanê.
Lê dewleta Surîyê li Kurdîstanê piçêk din bi dîqat tevdigere, heta niha li hember Kurdan dest bi kuştin û terorê nekirîye. Lewra hin tirsên rejîma Baas hene. Wekû me bere jî got, Kurd rêxistinîne û bi hevra giredayîne. Netewa Kurd ji alîyê desthilatdarîye va tê naskirin. Desthilatdarî dizane kû netewa Kurd her tim hembera zilm û zoradarî serîhildaye, netweyek canfeda ye, biaqile û merde. Ew dizanin gava li Kurdîstanê çend Kurd werin kuştin, 3 - 3,5 mîlyon Kurd wek netew bi hevra serîhildin, li ser lingan bisekinin û mumkune bi mîlyonan Kurd derbasî sinorên dewletên cîran bibin. Wê gavê pirsgirêka netewa Kurd bibe pirgirekek navnetwî. Dewleta Surîyê nikare ji bin barek ûsa derkeve.

Hûn helwesta RYN, DYA, YE û dewletên din çawa dinirxînin?

Hêzên navnetewî li hembera rejîma Baas helwestgirtinê da dereng man. Wekû tê zanîn ji bo serketina şoreşek divê sê faktor pêk werin. Ya yekemîn rewşa dînamîkên hindirîn e. Gava gel edî ew rejîmê naxwaze, bixwaze sîstemê biguhere û ji bo wê ji rexistînî be, serîhilbide. Îro gelê Surîye serîhildaye, naxwaze di sîstema yek partî, yek şef ya otorîter û antîdemokratîk de bije. Gelê Surîye ew diwarên tirsê ruxandîye. Ya duwemîn divê desthilatdar edî nikaribin gel îdare bikin û nakokî bikeve nav desthilatdaran. Ew şart ji îro li Surîyê pêk hatîye. Ya seyemîn rewşa navnetewîye. Sîstema Baas heta niha bi alîkarîya dervê li ser pîyan sekinîye. Baas ji dewletên biyanî destek digre, lê ew hêzên mixalîf wek sixurên dewletên bîyanî sucdar dike. Alîkarîya navnetewî bo wana helal e, bo mixalîfan heram e.
Lê axaftina kû Barack Obama çend roj berê kir erenî bû. Lewra Obama got, me pir fersat da desthilatdarîya Surîyê ku dest bi reforman bike, lê ewana nekirin, divê niha dest ji desthilatdarîyê berdin. Gelê Surîye bi ew axaftina Obama cesaret girt. Gelê Surîye pê hesîya kû edî DYA piştgirtîya rejîma Baas nake. Lewra heta îro DYA piştgirîya rejîma Surîye dikir.
Edî kes nikare xwe ji dinyayê îzole bike û wekû giravek da dije, bije. Hemû dinya bi hevra hatîye girêdan. Pirsgirekên azadî, demokrasî û mafên mirovan, ne pirsgirekên hindîrinin. Tu hikumet nikare bêje, ez çawa bixwazim ûsa gelê xwe îdare dikim.
Em dixwazin li hembera rejîma Baas û desthilatdarên dewletê sanksiyonên firehtir pêkwerin, fişar li ser Şamê were xurtkirin, dest were li ser malûmilkên wan yên derveyî welat dayîn, ji Surîye derketina wan were qedexekirin dakû dest bi dîalogek rasteqîn bê kirin.
Niha li heremê Îran alîkarîya Baas dike. Wek dostê Baas tenê Îran maye. Çend roj berê stratejîstek dewleta Surîye digot, armanca xwepêşndarên Surîye ne ruxandina rejîma Surîye ye, ruxandina rejîma Îranê ye. Ew nîşan dide kû desthilatdarîya Surîye çiqas xwe teslîmê Îranê kiriye. Heta tê gotin li Lubnanê hin hêzên girêdayîya Îranê, wek Hîzbullah li hembera xwepêşendaran şer dikin.Dîsa Îsraîl ji naxwaze rejîma Baas were ruxandin. Lewra ji bo Îsraîl parastina sinora wî girînge. Surîye ji 1967 virva qet fîşekek ji neavêtîye Îsraîl.

Hûn polîtîkaya Tirkîye çawa dinirxînîn?

Li hembera rûdanên li Surîye polîtîkiya Tirkîyê hê ne zelal e. Tirkîyê dudil e. Serokê Tirkîyê Recep Tayîp Erdoĝan berê hilbijartinê tiştên din digot, niha tiştên din dibêje. Di wan deh salên dawîyê de pêwendîyên Tirkîye û Surîye pir baş bûn. Niha Tirkîye durûtîye dike, ji alîyek va pêwendîyên Tirkîyê û mixalîfan û taybetî ji Biraderên Bisilman hene, ji alîyê din va hin pêwendîyên Tirkîyê bi desthilatdarîya Surîye va didome.
Tirkîye berjewendîyen xwe dinihêre, ji ber kû cîranê Surîyeye, naxwaze li Surîyê tevlihevîyek çebe. Lewra Tirkîye dizane ku bi mîlyonan welatîyên Surîye derbasî Tirkîye bibin. Niha ji bi hezaran ereb derbasî Tirkîye bûne.
Tirsa Tirkîye ya herî mezin ji ewe kû Kurd li Surîye wek Iraq xwedîye statuyek bin. Ji ber we jî esas Tirkîye naxwaze Baas dev ji desthilatdarîyê berde.

Demek berê li bajarê Tirkîye civînek mixalefeta Surîye pêk hat. Hûn ji tev li ew civînê bûn?

Na, ji ber dû sebeban însîyatîfa 12 Partiyên Kurd tev li konferansa Antalya nebû. Ya yekemîn ewana me wek mîvan vexwendin ji bo ew konferansê. Me ji got, em li Surîyê wek Kurd hêzek esasî ne, em xwedîyê malê ne, divê em şêrîkê karên ûsa bin, ango serî de xwedîyê însîyatîf bin, ne wek mîvan werin beşdar bin. Ya duwemîn ewana dixwastin piranî populîzmê bikin. Lewra ewan civîn ne bi hêzên esasî yên sîyasî, bi serok eşîretan, bi şexisan pêkanî. Ewana gazî hêzên sîyasî yên Kurd nekirin kû pirsgirêka Kurd nebe rojeva esasî. Li Surîyê pisgirêka yekemîn pirsgirêka Kurd e. Ewana dixawstin ewî bavêjin paş guhên xwe.

Hûn polîtîkaya Hikumeta Herema Kurdîstan çawa dinirxinîn?

Hikumeta herema Kurdîstan heta niha li hembera rûdanên Surîyê helwesta xwe eşkire nekirîye. Helbet em rewşa hesas ya Hikumeta Kurdîstan fem dikin. Ji ber wê ji em ji Hikumeta Kurdîstan li hembera desthilatdarîya Surîye helwestek tund hêvî nakin. Lê navbera Partiyên Kurdîstana Rojava û Hikumet û Partiyên Kurdîstana Başûrê de her tim pêwendîyên biratî û dostane hebûn. Îro ji pêwendîyên me pir başin. Piranîya Partiyên Rojava li Kurdîstana Azad de nivisgehên wan hene û li vir serbest karên xwe yên sîyasî dikin. Me her tim tevgera Rîzgarîya Kurdîstana Başûr destek kiriyê, îro ji em pir giringî didin destkevtîyên Kurdîstana Başûr.

Daxwazên hevbeş yên mixalefeta Surîye hene?

Na çi mixabin hê mixalefeta Surîyê li ser bernameyek hevbeş li hev nekirîye. Lê Tevgera Nîştimanî ya Kurd li rojavayê Kurdistanê ku ji 12 partiyan pêkhatiye, di 13ê meha Gulanê de bi civînk çapamenîyê daxwazên xwe ji bo raya giştî eşkira kirin. Bo ji ew krîza heyî derkevina Surîyê bo çareserkirina pirsgirêka Kurd daxwazên Kurdan hatin ragihandin. Ew daxwazên Kurdan ji heşt xalan pêk tên. Li vir daxwaza dîalogek bi hemû alîyan va te kirin. Divê hemû alîyên mixalefetê û hikumet ji tê da li dor masayek gilover bicivîn û bi dîalogê pisgirekan çareser bikin. Di ew heşt xalan de daxwazên netewa Kurd ji hatine formule kirin.
Dîsa Partiyên Kurdan li vir komîteyek saz kiriye kû bi hemu rêxistinên mixalîf va têkilî dayne, civîna çekê kû bikaribin bi hevra ew bizavê bibin serî, gava daxwazên Kurdan ji alîyê mixalefeta Surîyê werin qebûl kirin. Ango di nav bera tevgera Kurd û mixalefeta erebî de dîalog destpêkirîye.
Piştî ew çalakîyên Kurdan hemû medya erebî dinivise kû, bê Kurdan li Surîye pirsgirek çareser nabin, ango çareserîya ew krîza heyî nîne.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esad dixwast bi Kurdan va hevdîtîn pêk bîne. Partiyên Kurdan çima qebûl nekirin?

Di daxuyanîya Partiyên Kurdan de daxwaza dîalogê bi hikumetê va ji hebû. Li ser wê serokê Sûriyeyê xwast bi Kurdan va hevdîtinê bike. Lê ji bo hevdîtinê şartên Kurdan hebûn. Li gor daxwazên Kurdan divê berê li hembera xwepêşendaran şîdet were seknandin. Ango divê leşker biçe baregehên xwe, tanq, top û panzer ji kolonên bajaran werin kişandin, hêzên dewletê gule bernedin li ser gelê, kesên girtî werin berdan. Ji ber kû hikumet ew şart bicîhneanîn, Kurd neçûn li cem Beşar Esad.

Daxwazên Kurdan çi ne?

Wekû min got Kurd di heşt xalan de daxwazên xwe tînin ziman. Serî de divê ew tundî, ew çalakîyên leşkerî werin sekinandin, metodên sîvil û aşitî werin karanîn. Divê hemû Partiyên sîyasî bikaribin li gor bernameyên xwe serbet kar bikin. Divê hemû yasa û biryar û projeyên nîjatperest kû ji bo Kurdan hatina derxistin, werin batal kirin. Wek mînak yasaya wergirtina mafê hevwelatîye ji Kurdan, avakirina \"Kemera Erebî\", yasaya ji standina erde Kurdan ji ewana, guherandina navê cîh û warên Kurdan ûyd. Pêkanîna dîalogek bi hemû alîyan va.
Pêkanîna kongreyek niştimanî ji bo guherandina makezagonê û çêkirina desturek demokratîk li ser esasê fireh partitî û pir netewî. Divê avahîya dewleta Surîyê were guherandin, dewletêk ademî - merkezî ango de zentral were ava kirin, kû Kurd bikaribin xwe bi xwe îdare bikin.

Hûn otonomî dixwazin?

Ew tişt ji otonomî kêmtir e, lê Kurd dibin xwedîyê statuyek. Di vê çarçevê de mafên netewe- demokratîk yên Kurdan tên mîsoger kirin û Kurd dikarin xwe bi xwe îdare bikin.

Gotina te ya dawî?

Partîya Baas 48 sale û malbata Esad ji 40 sale Surîyê bi dîktatorî îdare dike. Desthilatdarîya Surîyê heta niha gel bi tirsandinê îdare kir. Lê gelê Surîye bi serîhildana ku berê li Misirê destpêkir û piştra li hemû welatên ereban belav bû, tirsa gelê Sûrîyê şikand. Gelê Surîyê diwarên tirsandinê ruxandin.
Dîsa tiştek herî baş ciwanên kû serkeşîya vê serîhildanê dikin, ew hebûna Kurdan qebûl dikin. Ew bawerîya ew derewên 50 salî kû desthilatdarî îddîa dikir kû li Surîyê Kurd nînîn, nakin. Ew qebûl dikin kû li Surîyê bê Kurdan çareserî ne mimkune. Ez silavên xwe ji bo ew ciwana dişinîm.
Edî rejîma Surîyê nikare ûsa berdewam bike. An desthilatdarîya Baas daxwazên gelê Surîyê qebûl bike, an ji ew dev ji desthilatdarîyê berdin û biçin.

Opisizyona Sûriyê ji van pêk tê:

- Ragihandina Şamê: Ji partiyên lêbiral û çep û hin partiyên netewperest yên ereb, ligel birek kesayetiyên serbixwe pêk tê. Hin rêxistinên Kurdî jî di ragihandina Şamê de hene, wek Partiya Pêşverû Kurd, Partiya Yekîtiya demokrat, Al-Partî û ....

- Eniya Xelas: Ji cîger serokê Sûriyê yê berê Ebdilhelîm Xedam û hin rêxistin û kesayetiya pêk tê. Ebdilhelîm Xedam dibêje alîgirên min di partiya Bees de pirin.

- Partiya Ixwan Misilmîn ( Olperest ): Ev partiya ya herî xorte di nav rêxistinên opisizyonê de. Ji xwe tê gotin ku têkeliyên xwe bi Erdogan re xortin. Û ew kongirê ku li Entalya berî çend heftan lidar ketî têde hazir bûn.

Hevpeyvîn ji KNN