Hevdîtinên Ajansa Etomî ya bi Îranê re

15:13 - 28 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Hevdîtinên Ajansa Etomî ya ku li Qezaqîstanê di navbera îran û 6 welatên din de hat kirin qediya.

Dewletên ku bi navê 5+1an tên nasîn, yanî Dewletên Amerîkayê yên Yekbuyî, Rusiya, Birîtaniya, Almanya, Firansa û Çîn piştî 8 mehan bi heyeta Îranê re li ser masê rûniştin.

Hevdîtin li paytexta Qezaqîstanê Almatiyê hatkirin.
6 dewletên pişikdar pêşniyar  kirin ku eger Îran dest ji çalakiyên xwe yên nuklerî  berde dê hin ambargoyên  li ser Îranê rakin.

Heyeta Îranê daxûyand ku li ser pêşniyarê difikire, lê hêjî ne eşkereye ka wê bersivek çawa bide.
Ajansa nûçeyan ya Îranê got ku civîna din dê li Stenbolê bê kirin lê çaxê civîna Stenbolê hêjî ne eşkereye.