Herifîna beşek ji tonela Metroya Tehranê, jiyana 4 karkeran stand

21:41 - 8 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Ji ber herifîna beşek ji tonela metroya Tehranê, 4 karkerên ku li wir mijûlê kar bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên Îranê, roja Çarşemî , 7’ê Îlona 2016’an, di encama herifîna beşek ji tonela Kiyanşehra a Tehranê de, ji 10 karkerên wir, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û yên jî birîndar bûne.

hêjayê gotinê ye ku rojane bûyerên wiha dilgiran li Îranê de, ji ber xemsariya berpirsên Hikûmetî, xeyre muhendisîbûna pirojeyan û nestandardbûna alavan diqewimin û jiyana gelek karkeran tê standin.

Bûyerên han li halekê de diqewimin ku karker neçar in bi kêmtirîn heqdest kar bikin û bi vê riyê ve bijîva jiyana malbatên xwe dabîn bikin, her çend ku gelek caran jî heqdestê wan dereng dikewe yan tê xwarin û tu kes û yasayek jî nine ku berevaniyê ji mafê wan bike.