Hepsiyekî te`izîrî yê welatiyekî bo hepsa te`ilîqî hate guherîn

18:34 - 10 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Cezayê 40 sal hepsa te`izîrî yê welatiyekî Kurd di dadgeha pêdaçûne ya bajarê Sinê de, bo pênc sal hepsa te`ilîqî hate guherîn.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, cezayê 40 sal hepsa te`izîrî yê “Kûriş Axeweysî” yê kurê “Mihyedîn” yê xelkê gundê “Dolav” a ser bi bajarê Sinê, di dadgeha pêdaçûn ya wî bajarî de, bo pênc sal hepsa te`ilîqî hate guherîn.

Dadgeha şoreş ya bajarê Sinê, ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dij hikûmeta Îranê” bi 25 sal hepsa te`izîrî û herwisa 15 sal din bi tohmeta “veguhastin û helgirtina alavên leşkerî” hate cezadan.

Ew welatiyê xelkê bajarê Sine, rêketa 25`ê Befranbara sala 1396`an, hate desteserkirin, û piştî nerazîbûn li cezayê xwe, dadgeha şoreş ya bajarê Sinê, 28`ê Xermanana sala 1397`an, bi danana barimteyê heya dema dadgeha wî, navbirî bi awayekî demkî hate azadkirin.

“Kûriş Axeweysî” di heyama desteserkirinê de, li Destpêragihîştin bi parêzer bê par bû, û piştî dana cezayê yekcarî, dadgeha pêdaçûnê îzina çûna wî bo derveyê bajarê Sine neda.