Hejimarek ji çelengên Siyasî ên bajarê Makuyê bi hepsê hatin mehkûm kirin

12:37 - 15 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hejimarek ji çelengên siyasî ên bajarê Makuyê bi sûçên cûr bi cûr bi bi hepas 3”ê haya 10 salan hatin mehkûm kirin.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajansa Kurdpa: Serdozgeriya Şoreş a bajarê Makuyê li heyamê 5 mehên derbas bûyî de,pitir ji 10 wilatiyên Kurd ê xelkê bajarê Makuyê bi tawanên cûr bi cûr wek: wek endametî û piropagenda jibo partîyên Kurdistanî bi zîndanê mehkûm kirine.

Li gor wan belgeyan ku jibo Ajansa Kurdpa hatine şandin, hemû ew wilatiyane ji aliyê hêzên Îttlatî li bajarê Maku û Xoyê hatine girtin û paşê ji aliyê dadegehên Şoreş ên Îranê bi zîndanê hatine mehkûm kirin.

Nusxeyek ji hukmê wan çelengan ku bi destê Ajansa Kurdpa,ê gihiştiye bi wî awayê jêrîn hatiye nivîsandin:
Berwar 30/8/1391 a rojî wilatiyek Kurd binavê “ Husên Rasik Qizilbaş” temen 18 sal, kurê Elî û xelkê herêma “Ecemî Bûralan” a ser bi Makuyê ji aliyê dozgeriya Şorş a wî bajarî bi sûçê alikariya partiyek Kurdistanî bi 3’ê meh û yek roj hepsa “ Tezîrî “ û bi tawana derbas kirina Sînor bi 2 salan zîndanê hat mehkûm kirin.

Ji aliyek din wilatiyek din ê bi navê “Yasîn Ûrîn” ê kurê Mihemed û xelkê gundê “Texelefan” a ser bi bajarê Makuyê di berwar 25’ê Gelawêja Îsal bi sûça piropagenda jibo partiyek Kurdî ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Makuyê bi 9 salan zîndanê hate mehkûm kirin.

Her wisa “Mihemed Efendek” Kurê Osman û temen 41 salî û akinciyê bajarê Makuyê bi sûça endametî li partiyekî Kurdistanî de li berwar 8/7/1391 a rojî ji aliyê dozgeriya bajarê Makuyê bi yek sal hepsê hate mehkûm kirin.

Her di wê pêywendiyê de wilatiyek din bi nave “Mihemed Eslehe Dost” kurê Husên û xelkê gundê “Dêm Qişlaq”a ser bi herêma Makuyê, bi tawana alikarî tewî pertiyek Kurdistanî a dijberî rejîma Îranê , di berwar 8’ê Sermaweza îsal de ji aliyê çiqa 1’ê a dadgeha bajarê Xoyê bi 6 mehan hepsê hate mehkûm kirin.

Li gor hukmê han ew wilatiyane dibe her 4 mehan carekê serdana Îdareya Îttlat bikin.

Her wiha wilatiyek din ê bi nave “Silêman Kazimîyan” kurê Husên û xelkê gundê “Mîrza Xelîl” a ser bi herêma Makuyê di berwar 12 meha Gelawêj a îsal ji aliyê çiqa 10’ê a dadgeha pêdaçûn a Urmîyê bi 6 salan zîndanê hate mehkûm kirin ku di pêdaçûnê de hukmê 3’ê salan zîndanê jibo vî hatiye pişt rast kirin.