Girtiyekî siyasî yê Kurd, ji mafê morexesîvergiritinê bê pare

15:27 - 2 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Berpirsên giritîgeha Dîzel Abad a bajarê Kirmaşanê, girtiyekî siyasî yê Kurd yê xelkê bajarê Pawe, ji mafê morexesîvergirtinê bê par kirine.

Li gorî raporên ku gihîştine Anjansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê “Nebî Mihemedî”, temen 58 salî û kurê “Mihemedsalih” û xelkê bajarê Pawe, li girtîgeha Dîzel Abad a bajarê Kirmaşanê, ji mafê morexesîvergirtinê bê par e.

Yek ji kesên nêzîkî wî girtiyê siyasî yê Kurd, ji nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye ku: Ev girtiyê siyasî yê Kurd, li dema desteserkirinê heya niha, ji mafê morexesîvergirtinê bê par bûye, û berprisên girtîgeha Dîzel Abadê jî, daxwazkara wî erê nekirine.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku, Berpirsên girtîgeha Dîzel Abadê, daxwazkara wî girtiyê siyasî yê Kurd, ya derheq lêborîna bi merc, erê nekirine, û ji malbata navbirî re gotine ku, lêborîna bi merc girtiyên siyasî ji xwe nagir e.

Nebî Mihemedî, li 17`ê Çiriya Paşîn a sala 1395`an bi tawana “alîkarîkirina di gel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” hatiye desteserkirin, û piştî sê mehan di girtîgehên îdareya îtila`ata bajarê Pawe û Kirmaşanê de, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Pawe, 5 sal hepsa te`îzîrî hatiye ceza dan.