GIRTIYEK SIYASÎ: MIN BAWERÎ BI BERPIRSÊN DOZGEHA KOMARA ISLAMÎ NEMAYE Û GIREVA XWE BI DAWÎ NAÎNIM

14:49 - 6 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Heyder Reşîdî ê Girtiyê Siysiye Kurd, ev 21 roj in ku girev ji xwarinê girtiye û dixwaze wê girevê bidomîne.

Pêka nûçeyê Kampeyna Berevanî ji Girtiyên Siyasî, Dozgeha Qurweyê ev girtî gazî kiriye û soza pê de çonê li ser dosyeya wî dane û jê xwastine gireva xwe bi dawî bîne.

Wî welatiyê daxuyand, min bawerî bi berpirsên Dozgeha Komara Islamî nemaye û wê gireva xwe bidomînim.

Heyder Reşîdî ev dema 3 Salan e ku bi tawana hevkarî tevî Partiyek Siyasiye Kurd, bi 6 Salan Girtîgehê hatiye mehkûmkirin.

Wî welatiyê Sala bihorî bo heyamê 20 rojan gireva birçîbûnê girtibû lê piştî ku soz jê re dabûn, gireva xwe bi dawî anî.