Girtiyek siyasî ê Kurd piştî 5 mehan ji tevavbûna hukmê zindanê wî, hêj di zîndanê deye

16:14 - 13 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: girtiyek siyasî ê Kurd piştî 16 salan hepsê û xelas kirina hukmê xwe, heyamê pitir ji 5 mehane ku li girtîgeha “Recaî Şehr” a bajarê Kerecê de hatiye ragirtin.

Çavkaniyek baver pêkirî di nava hepsa “Recaî Şehr”ê bi Ajansa Kurdpa,ê ragehand: Îbrahîm Husênpûr girtîyê siyasî ê Kurd piştî derbas kirina 16 sal hepsê, pitir ji 5 mehane ku hukmê wî xelas bûye lê bi henceta bezir bûna dosiya vî heya niha li hepsê hatiye ragirtin.
Çavkaniya han eşkere kir ku, heyamê 5 mehan berî niha hukmê serbest berdana “Îbrahîm Husênpûr” ji aliyê dozgeriya bajarê Mihabadê jibo zîndana” Rcaî Şehr” a bajarê Kerecê hatiye şandin, lê karbidestên girtîgehê bi heceta bezirbûna dosiya vî, ji serbest berdana girtiyê siyasî xwe bêdeng dikin.

Çavkaniya han îşare bi vê yekê kir ku girtiyê han di rewşekî xirab a saxlemiyê deye û seba eşkencê Pê, Sihî,Riwî yên wî tûşî çilkê bûne û dibe li derveyî zîndanê bihê çareser kirin.

Îbarhîm Husênpûr di destpêka meha Gelawêj a sala 1375 a rojî li bajarê Mihabadê hat detbiser kirin û paşê ji aliyê dadgeha bajarê Mihabadê bi serdozgeriya “Ebas Zade” bi sûçê endametî di partiyek Kurdistanî de bi 16 salan hepsê hate mehkûm kirin.

Girtiyê han ku hayamê 10 salan li bajarê Mihabad û Urmîyê de li zîndanê de bû, piştre jibo girtîgeha Recaî Şehr a Kerecê hate şandin û niha piştî 5 mehan ji tevaw bûna hukmê vî her di zindanê de hatiye ragirtin.

Ji aliyek din we Sebah Husên Penahî çelengê siyasî ê Kurd , piştî xelas bûna hukmê wî, ji aliyê Îdareya Îttlatê sikala li ser wî hatiye tomar kirin û heya niha seba vê yekê di girtîgeha bajarê Qurwê de maye.