Girtiyê binçavkirî ê Belûç: Min nekarî berxwe bidim, lewra min got hûn çi bêjin ezê qebûl bikim

20:18 - 30 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema rewşa xirab û riftarên ne mirovî di girtîgehên Îranê, girtiyekî siyasî yê Belûç, gilînameyek bo karbidestên rêkxistina “NY” dişîne.

Ajansa Nûçegehaniya Kurdpa yê ragehand ku, “Wehîd Hûd” hemwelatiyê Belûç di namey xwe de ku ji girtîgeha Zahidanê de nivîsandiye ragehandiye ku, bazcûyên ser bi Wezareta Îtila’atê bi “Kabilên” istûr û Qahîm, li hemberî malbata min limin dixistin.

Navbirî di nameya xwe de dibêje ku, piştî lêpirsîna min ya despêkî, ez bi çavên girêdayî birim odeya takekesî, her roj ez îşkence dikirim û limin dixistin, îşkenceyên wek dijûnên malbatî, lêdana bi kabil, bê xevî, girêdana bi textê naskirî bi “Textê Mo’cêzê” û curên din ên îşkence yê.

Ev girtiyê siyasî di dirêjiyê de bas ji wê dike ku bi şevan rê ji xewa min digirtin û ez bi textên xevê ve girê didam û, bi neçarî tiliya min dixistin ser rûpelên bazcûyîyê.

Lewra navbirî daxwazê ji karbidestên rêkxistina NY dike ku pêdeçûnê bi rewşa nebaş û nemirovane ya di girtgehê de, û herweha azadiya wî bikin.

Wehîd Hûd yê 29 salî, di Banemera sala 1392’an de, li bajarê Çabehar a parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi tometa Hevkariya tevî girûpên dijberî nizamê hate desteserkirin.