Girava Ebûmûsa wek beşek ji xaka Îmaratê hate hesibandin

23:00 - 13 Gulan 2012
kurdpa: Şîrketa telefoniya Nêransêl bi şandina kurte mesajan ji bo bi karînerên xwe, girava Ebumûsa wek beşek ji xaka Îmaratê hesibandiye.

Kurdpa: Piştî çûna hejmarek ji nûçegihanan bo girava Ebûmûsa bi kurte nameyan bi wan hatiye ragehand ku “Em hêvîdarin ku hûnseferek xweş li nav xaka Îmaratê de derbas bikin”.

Rojnameya Şerq bilav kir ku li beşek din ji peyama Şîrketa Îransêl de hatiye ku “Îransêl hêviya seferk xweş ji bo we li nav xaka Îmaratê de dixwaze”.

Ew kurte name di demkê de têne şandin ku kêşe û arîşeya di anvbera her du welatên Îran û Îmaratê de gihîştiye asta herî jor.