“Gilwenî” a keçên Lor, hêrsa hikûmetê zêde kir!

20:07 - 7 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bikaranîna “Gilwenî” ji aliyê keçên Lor ve berpirsyarên hikûmetê, û lêvegerên mesebî ên Şî’eyan di Loristanê de nîgeran û nerehet kirin.

Li gora rapora malpera “Dîn Online” piştî birêveçûna merasima naskirî bi “rêûresma Gilwenî” di Xuremabadê de, berpirsyarên hikûmetê, û lêvegerên mesebî ên Şî’eyan di Loristanê de gellek êşiyan.

Her di vê derheqê de, serokê giştî ê dadgehên Xuremabadê bas ji vekirina beşeke taybet di dadgehên vî bajarî de, bo pêregihîştina bi dosiyeyên naskirî bi “bedhicabiyê” kir.

Vî berpirsyarê hikûmetî zêde kir ku: “Kesên ku bi bêyî hicaba şer’î, li cihên giştî de derkevin, ji 10 roj heya du mehan wê ceza ji wan re bê birîn, û yan jî wê cezyaê neqdî ji wan re bê birîn”.

“Gilwenî” leçikek sunetî ya serdema Madan e, ku keç û jinên îro ên Kurd û Lor jî wekî leçik bi kar tînin, û ji du salan berî niha ve li ser bingeha îdeyekê, bi alîkariya komek ji keçên Xuremabadî, roja 26’ê Banemerê wekî “roja leçikên Lorî” hatiye bi nav kirin, û biryar e ku her sal li Buharê û heya 26’ê Banmerê, keçên Lor vê liçikê danin sere xwe, û bi vî rengî vê liçika sunetî bi kesên din bidin nasandin.

Berpirsyarên rejîma Îranê tenê şêweyek ji hicabê ku bixwe diyarî kirine, qebûl dikin, û div ê derheqê de, heta lixwekirina wan kincên ku di nav jinên Kurd de gellekî esîl in jî û leşê wna bi tewahî jî dadipoşin, qebûl nakin, û wekî bêhicabî dihesibînin.