Gava kongreya şeşan nêzîk bû, mamoste Selahedîn ragihand ku xwe berbijar nake

22:11 - 18 Îlon 2012
Berpirsê berê yê polîtburoya Yekgirtû Hadî Elî ku di kongreya partiya xwe ya şeşan de yek bû ji berbijarên posta sekreteriyê, lê nikaribû dengên pêwist bîne, di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re, behsa kongre û sedemên serneketina xwe û Yekgirtuya piştî Selahedîn Behadîn, dike.

Tê gotin ku kongreya şeşan ya Yekgirtu ji kongreyên din cudatir bû, bi dîtina te jî wiha bû?

Hadî Elî: Erê cudahiyên bingehînî hebûn, çiku di kongreyên din de guherînên zêde nedihatin kirin, lê vê carê guherîneke mezin hat kirin ku mamoste Selahedîn Behadîn xwe berbijar nekir û ev guherîna herî mezin bû.

Nêrîneke wiha heye ku li Ewropa serokê partiyekê piştî şikestinê xwe berbijar nake, lê Yekgirtu di du hilbijartinên borî yên Iraq û Kurdistanê de şikest nexwaribû, lewma tê gotin tê çi wateyê ku sekreter xwe berbijar nekir?

Hadî Elî: Têkçûna di hilbijartinan de yek ji sedemên xwe kişandina berpirsan e, lê di rewşên asayî de partiyeke demokrat eger bixwaze partiyeke demokrat be û desthilatê veguherîne, divê pêşî di nav partiyê bi xwe de vê yekê bike da ku bikare li derveyî xwe jî gava daxwaza demokrasiyê dike bi awayekî xwezayî vê daxwazê bike, baştir e partî di peyrew û programên xwe de bernameyên wiha deynin ku guherîn di berpirsên bilind de bê kirin, lê li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê heya niha ev tişt di nav partiyan de çênebûye, lewma pêwist e partî ji xwe dest pê bikin.

Piştî ku Selahedîn Behadîn xwe di kongreya şeşan de berbijar nekir, mafê wî heye xwe di kongreyên bê de berbijar bike li gor peyrewa hundir ya nû ya Yekgirtû?

Hadî Elî: Di kongre de biryar hat standin yê ku bibe sekreter ji du geran zêdetir mafê wî nebe vê yekê neke, lê gelo ku gerekê neke dû re mafê wî dibe ev li cem min ne ron e û nizanim. Lê peyrewa hundir ya partiyan di her kongreyekê de tê guhertin, qasî ku dizanim bawer nakim ev niyeta mamoste Selah hebe û careke din xwe ji bo vê postê berbijar bike.

Hinek kes wiha pêşbînî dikin ku Selahedîn Behadîn vekişiyaye, lê rojek tê wek yek ji xwediyên vê partiyê dibe sekreterê giştî nemaze eger tûşî şikestinê bê, tu jî vê pêşbîniyê dikî?

Hadî Elî: Nikarim siberojê bi tevahî bixwînim, mamoste Selahedîn û hejmareke din ya endamên serkirdayetiya Yekgirtu ku damezrênerên serekî yên vê partiyê ne xwe wiha hesab nakin ku postên me hebin yan na, em xwediyên vê partiyê ne, lê nikarim pêşbînî bikim ku mamoste Selah careke din tê ji bo sekreteriya Yekgirtu.

“Gava kongreya şeşan nêzîk bû, mamoste Selahedîn ragihand ku xwe berbijar nake”

Piraniya pêşbîniyan wiha bûn ku tu wek sekreterê duyem yê Yekgirtu di kongreya şeşan de derkeve, ji te re surprîz bû ku derneketî?

Hadî Elî: Nexêr ji min re ne surprîz bû. Çiku dema çend kes hebin û mafê wan yê xweberbijarkirinê hebe û xwe berbijar bikin êdî egera wê yekê heye tu derkeve yan kesekî din. Min di konferansa 2010an de hinek pêşniyar pêşkêş kirin, ew jî ew bû Yekgirtu ji partîzaniya Kurdistanê derkeve û post hemû ger ji wan re bên danîn û sekreterê giştî amade be xwe berbijar neke û hinek guherîn di rêzbendiya partiyê de bên kirin, lê wê demê karvedanên cuda cuda derketin di hundirê konferansê û partiyê de jî, bi baweriya hinekan dem tune û dikare bi awayekî din ev nerîn bên pêşkêşkirin. Piştî du mehan ji wê konferansê min wiha baş dît xwe ji posta berpirsyariya polîtburoyê bikşînim, da ku polîtburo û birêz mamoste Selahedîn bi xwe azad bin çawa karê partiyê birêve bibin, wê demê jî gava min ev nerînên xwe pêşkêş kirin di wê baweriyê de bûm ku di hundirê van herdu salan de ev nerîn serî digirin û hino hino tên bicihkirin, jixwe vêga bi awayekî pratîkî di nav partiyê de hatin bicihkirin. Ji min re jî tiştekî baş bû ku bi awayekî nerînên ku min behsa wan kir di nav peyrewa partiyê de hatin çespandin. Gava kongreya şeşan nêzîk bû, mamoste Selahedîn ragihand ku xwe berbijar nake, ew derket holê ku kî xwe berbijar dike û kî xwe berbijar nake û kî li xwe digire û bi wî alî de çû ku mafê min jî hebû xwe berbijar bikim, hinek têbîniyên min hebûn ku dibe ku ji min re wiha baş be bi vê mijarê neramim, lê hejmarek ji endamên serkirdayetî û kadroyên din di astên cuda cuda de daxwaz kirin xwe dûr negirim û xwe berbijar bikim, min jî xwe berbijar kir û encam jî bi vî rengî bû.

Bi dîtina te çi wiha kir tu dernekevî?

Hadî Elî: Giliyê min li tu kesî nîne ku derneketim, lê giliyan ji xwe dikim ku min nikaribû karekî wiha bikim di hundirê çend mehên borî de endamên kongre qenyat bikim dengên xwe bidin min.

Bi baweriya te herdu salên ku tu rûniştî û ji karê partîzanî dûr ketî bandor li ser derneketina te kirin?

Hadî Elî: Erê bêguman bandora wan hebû.

Tu ne poşman î ku te xwe berbijar kir û derneketî?
Hadî Elî: Rewş wiha hate pêş, çiku di destpêkê de fikirîm xwe berbijar nekim, lê ji ber daxwaza biraderên serkirdayetiyê û kadroyên din, min xwe berbijar kir, lê ne poşman im jî.

Gava te xwe berbijar kir te got tenê ji bo vê gerê xwe berbijar dikim, lê belê mafê te hebû xwe ji bo du geran berbijar bikî eger derkevî, niha piştî ku tu nehatî hilbijartin, tê xwe di kongreya bê de berbijar bikî?

Hadî Elî: Ji niha ve nizanim heya kongreya bê rewş ber bi kû derê diçe, nikarim tiştekî di vî warî de bêjim.

Ji ber naskirin û bi hev re karkirina te bi sekreterê nû re, bi dîtina te Yekgirtu li jêr serkirdayetiya Mihemed Ferec, bi pêş dikeve yan di cihê xwe di dimîne yan bi paş dikeve?

Hadî Elî: Em hêvî dikin bi pêş bikeve, ji salên 70an ve em û mamoste Mihemed bi hev re ne, ji heman bajarî ne û zêde birader bûn û di hinek qonaxan de zêde bi hev re bûn û ew jî yek ji damezrênerên Yekgirtu ne, lê serkirdayetiya partiyê tenê bi kesekî nayê birêvebirin lê stafê serkirdayetiya partiyên pê re beşdar e. mamoste Selah jî bi tenê birêve nebiriye. Bêguman asta kesê yekem û hizrîn û ra û nêrînên wî bandoreke mezin dikin û hêvî dikim ku bikare serkeftinê bidest bixe.

Tu pêşbînî dikî bi ser bikeve?
Li gor hinek kesan gotara ku Selahedîn Behadîn di kongreya şeşan de pêşkêş kir, ku tê de rexne li we girtin, bandor kir li ser endamên kongreyê ku wek pêwist deng nedin we, bi dîtina we bandora wê raporê li ser derneketina we hebû?

Hadî Elî: Gava rapora giştî ya partiyê tê pêşkêşkirin behsa 4 salên berî kongrê tê kirin û xalên diyar tên pêşkêşkirin, gava behsa konferansa 2010an kir, wek şikestin behs kir, lê çiqasî bandor li ser endamên kongreyê kir, divê hûn ji endamên kongre bi xwe bipirsin.

Gava pêşniyarên te di nav peyrew û programê de hatin çespandin, erê ji ber çi Selahedîn Behadîn di rapora xwe de wek şikestin behsa konferansê kir?

Hadî Elî: Vê yekê ev pirsyar li cem min jî dirust kiriye.

Li gor te ew rexnegirtin di konferansê de şikestinek bû yan rabûnek bû ji bo Yekgirtû?

Hadî Elî: Wê demê di nav Yekgirtu de nerînên cihê hebûn, bi dîtina min destpêka qonaxeke baş bû dikaribû bi awayekî erênî tevger pê re bê kirin. Wiha bawer dikim mamoste Selahedîn ji wê yekê nexweş bû ku dû re di medyayan de hat belavkirin, digel ku pêwendiya wê rasterast bi konferansê ve nebû, lê bêtir girêdayî şert û mercên îstîfaya min bû.

“Nabe piyekî Yekgirtu di nav desthilatê de be û piyekî wê di nav opozisyonê de be”

Di şîroveyekê de di destpêka kongrê de, navê te di nav serkirdeyên bi hêrs yên di nav Yekgirtû de hatibû, dihat gotin eger tu serkirdayetiya Yekgirtu bigire destê xwe wê siyaseta Yekgirtu berdewam dikî ku piştî xwenîşandanên par meşand ligel mabûna di nav refên opozisyonê de. Bi dîtina te ev propagandayeke xerab bû ji bo te û di kongrê de bandor li te kir?

Hadî Elî: Dibe ku amajekirina bi wê yekê ku ez aciz im yan serkêş im hatibe mezinkirin, çiku ji tecrûbeya xwe di hikûmetê de ku pêlekê wezîrê dad bûm li Herêma Kurdistanê, qenyata min wiha bû ku nabe piyekî Yekgirtu di nav desthilatê de be û piyekî wê di nav opozisyonê de be. Çiku baweriya min wiha bû eger em tevî hikûmetê bûn divê li ser bingeheke xurt be û eger wiha nebû û tevî nebûn em bibin opozisyoneke xurt, lê ne ku tund bin. Di nav civînên serkirdayetiya Yekgirtu de jî min gotiye nabe em dar ji nîvî ve bigirin, yan divê em opozisyon bin yan desthilat bin, çiku nabe ez wezîr bim di hikûmetê de û polîtburoya min û serokê partiya min wek aliyekî opozisyonê siyaset û tevgerê bikin. Ew ji min re şermezarî bû ku di nav hikûmetê de bûm, min hest bi şermezariyê dikir. Rastî jî wisa ye ku opozisyon bin divê opozisyoneke zelal bin da ku bikarin bandoreke baştir li ser encamdana reforman li Herêma Kurdistanê bikin, ew şiyana me tune ku desthilat ket destê me em bikarin reformên bingehînî bikin, çiku ew rêjeya me ku li parlamentoyê heye têra wê yekê nake bikare desthilatê bigire destê xwe yan şirîkekî serekî be ku bandoreke te ya mezin hebe li ser encamdana reforman di nav hikûmetê de, ku em nikaribin van bikin baştir e di nav opozisyonê de bi vê rolê rabin.

Lê piştî hilweşandina rêjîma Sedam, sekreterê Yekgirtu di hevpeyvînekê de got emerîkiyan jê re gotine hûn partiya desthilatdar ya siberoja Kurdistanê ne, tu pêşbînî dikî Yekgirtu bibe partiya desthilatdar?

Hadî Elî: Tiştê min behs kir mebesta min dema borî bû, lê ji ber Yekgirtu partiyeke seranserî ya Herêma Kurdistanê ye ne ecêb e di hilbijartinan de dengên baş bîne û hikûmetê pêk bîne yan bibe şirîkê serekî yê pêkanîna hikûmetê.

Destên derveyî di hilbijartina sekreterê Yekgirtu de hebûn?

Hadî Elî: Na.

Zêde behsa PDKê dihat kirin ku destê xwe xistibe nav de?

Hadî Elî: Min hest pê nekir, tiştekî wiha nebûye. Li ser ekrana televizyonê jî rasterast hilbijartin hatin nîşandan. Dibe ku hinek jê şîrovekirin be û hinek jî propaganda be.

Niha Selahedîn Behadîn ne sekreterê Yekgirtu ye, lê tê gotin li derveyî posta sekreteriyê yan em bêjin ji pişt perdeyê bandorê li ser biryarên Yekgirtu dike, tu jî wiha hest dikî?

Hadî Elî: Di destpêkê de pêwist e heya ku tişt serin ser riya xwe û hevkariyê bike, lê heya dawî wiha nabe. Min ji mamoste Selah bi xwe jî bihîstiye ku baweriya wî bi wê yekê nayê ji pişt perdeyê kar bike. Wek mînak eger te otomobîla xwe da destê şofêr divê tu jê piştrast bî û eger jê ne piştrast bî nedî destê wî baştir e, çiku eger bi berdewamî çavê te li şofêr be û li paş rûnî wiha şofêrî nayê kirin.

Ji ber çi te xwe ji bo serkirdayetiyê berbijar nekir?

Hadî Elî: Divê em rê li ber kadroyên din vala bikin û min ji biraderên din re jî got xwe berbijar nekin bila kesên din bêne pêş, çiku deh carên din jî em xwe berbijar bikin emê derkevin, eger min xwe ji bo serkirdayetiyê berbijar bikira eger min dengên zêdetir ne aniya min kêmtir jî nedianî, piraniya endamên politburo û serkirdayetiyê hatin û rica kirin xwe berbijar bikim û mamoste Selah jî hat û daxwaz kir xwe berbijar bikim, min got jixwe xwe berbijarnekirina min ne girêdayî derneketina min e di posta sekreter de. Hinek serkirdeyên kevin wiha dibînin ger em kesên kevin li wir nemînin partî lawaz dibe û birêve naçe.

Yek ji rexneyên te li Yekgirtu ew bû ku divabû tiştê ku Goran kir Yekgirtu pêştir bike ji ber di opozisyonê de bû, niha jî rola we ew e bi bizava Goran re bin ne ku li pêşiya wê bin?

Hadî Elî: Erê yek ji dilgiraniyên min di dema xwe de ji siyaseta serkirdayetiya Yekgirtu ew bû ku ew valahiya ku li Herêma Kurdistanê hebû me nikaribû tije bikin, ji Yekgirtu dihat çaverêkirin bibe opozisyoneke baş, ku Yekgirtu nikaribû vê rolê bilîze ne ku tenê zerer gihand xwe, lê zerer gihand tevahiya proseya demokratîk li Herêma Kurdistanê jî, lewma Goran hat û ew valahî tije kir û hinek lîderên Goran li cihên din û di civînên dualî de di navbera Yekgirtu û Goran de ji me re gotin tiştê we nikaribû bike me kir û me valahî tije kir, lewra ev xaleke lawaz bû di siyaseta salên borî ya Yekgirtu de ku bû sedemê paşketina Yekgirtu.

Vêga di nav bizava Goran û hinek aliyên din de jî kadroyên bilind yên Goran berê endamên Yekgirtu bûn, tê gotin Yekgirtu li kadroyên xwe xwedî dernakeve?

Hadî Elî: Ev yek ji wan rexneyan e ku li serkirdayetiya Yekgirtu tên girtin ku nikaribû kadroyên xwe hembêz bike û stratejiyekê bimeşîne ji bo aktîvkirina kadroyên ciwan, min bi xwe gelek caran bi mamoste Selahedîn û biraderên din re behs kiriye ku ew ciwanên ku di medya de derdikevin û di astên bilind yên bizava Goran de derdikevin, eger li ba me bûna 50 salên din jî nedigihştin wan postan. Ev jî cihê pirsyarê ye. Niha jî sedên ciwanên me yên baş hene ji ber çi karekî wisa nakin ew derkevin pêş û rola xwe bilîzin?

Lê cudahiyeke zêde di navbera butçeya bizava Goran û Yekgirtu de nîne?

Hadî Elî: Erê raste, lê Yekgirtu bi wan hemû baregehên xwe yên ku hene û bi televizyon û radyoyên navxwe ku li hemû bajaran vekirine, barê xwe giran kiriye.

“Divê ev pêwendî bê serastkirin û pêwist e Yekgirtu jî piştrast be ku niyeta PDKê tune Yekgirtu tune bike”

Bi dîtina te piştî kongreya şeşan pêwendiya Yekgirtu bi partiyan re û nemaze bi PDKê re xweş dibe yan wek niha dimîne?

Hadî Elî: Yekgirtu ligel partiyan bi giştî, yên desthilat û opozisyonê, û nemaze PDKê ku taybetmendiya xwe li cem Yekgirtu heye, çiku li devera Behdînan hebûna partiyên din kêm e, lê hebûna Yekgirtu li wir baş e, lewma nabe heya dawî pêwendiya PDK û Yekgirtu di vê rewşa aloz de bimîne, lewma divê ev pêwendî bê serastkirin û pêwist e Yekgirtu jî piştrast be ku niyeta PDKê tune Yekgirtu tune bike.

Piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Yekgirtu piştî bûyerên Behdînan, bi raya te ne pêwist bû Yekgirtu jî serdana PDKê bike?

Hadî Elî: Serdana kak Nêçîrvan gaveke erênî bû ku tişt ber bi asayîbûnê herin, lê piştî serdanê pêşveçûnek di wî warî de nebû li ser erdê û li dadgehan jî tiştekî berçav nehat dîtin.

Zêde behsa hevgirtina Yekgirtu û Komeleya Îslamî dihat kirin, dû re bizava Îslamî jî hate nav mijarê, li gor te Yekgirtu dikare bi wan herdu partiyan re yan bi Komeleyê re bibe yek?

Hadî Elî: Dibe ku hevgirtin ne hêsan be, dibe ku ne pêwist be jî û bi ser nekeve jî, lê di berjewendiya îslamiyan û proseya demokrasiya Herêma Kurdistanê de ye ku çarçoveyeke niştimanî ya aliyên îslamî wek Yekgirtu û Komele û bizav hebe ku bi hev re bicivin û li ser xalên hevbeş kar bikin û projeyên wan yên hevbeş hebin, ev jî bi şertê parastina taybetmendiya hemû aliyan û redkirina hemû hizrên tundrew û ev jî di berjewendiya aliyên îslamî û Herêma Kurdistanê de ye jî.
Jêder: Kurdiu