Firokeyik dina Îranê li firokexana Bexda hat wekolandin

02:43 - 17 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa : birêberiya firokexana dewletiya Êraqê li Bexday, firokeyik Îranî bi amanca wekolînê, neçar bi danînê kir.

Êwara roja borî firokeyik Îranî ku ber bi welatê Sûriyê diço, gorekî beyan nama wejareta raguhastina Êraqê bi şika higirtina çek û teqemenî, neçar bi danînê kir.

Malpera “ Sibey” li nûçeyik de weşand, wezareta raguhastinê ragihandiye, ew firoka Îranê hilgirê tiştên emercensî û derman bûye ku paş wekolînê ber bi firokexana welatê Sûriyê rê ketiye.

Li 8ê Xakelêwa îsal de firokeyik barhilgira Îranê li dema raguhastina çek û teqemenî bi welatê Sûriyê, ji aliyê hêzên Erteşa Azada vî welatî li firokexana Dimişqê kirin ermanc û teqandin.

Karnasên karobarê siyasî ser wê bawirêne ku raguhastina çek û silah ji welatê Îranê bi Sûriyê bi hev ahengiya welatê Êraqê tê kirin, hin car bo ji rêderxistina raya giştî çend firokeyik neçar bi danînê dikin û wedikolin.

Li despêka şorişa gelên Sûrî, dewleta Amerîka hukûmeta îranê bi wê tawanbar kiriye ku pişkdariya serkuta neraziyên welatê Sûriyê dike û eva jî ji aliyê berpisên Îranê hatiye ret kirin.

Ew dawa hukûmeta Îranê li katik deye ku he niha çendîn endamê paye bilindên sipaha pasdarana hukûmeta îslamiya Îranê li şer û levdana welatê Sûriyê de hatina kuştin.