Fîlma “Mihemed Resûl ellah” ji pêşbaziyên xelata Oskarê hate avêtin

16:33 - 19 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Fîlma “Mihemed Resûl ellah” ji pêşbaziyên xelata Oskar hate derxistin.

Li gora nûçeyên ku hatine belavkirin, fîlma “Mihemed Resûl ellah” ji derhînan Mecîd Mecîdî ku bo wergirtina xelata Oskar beşdarî kiribû, ji van pêşbaziyan hate derxistin.

Fîlma “Mihemed Resûl ellah” roja Pêncşemiyê ji aliyê akademiya Oskar ve, ji dewra pêşbaziyên Oskar hate derxistin, û nekarî serkevtinê bi dest bixe.

Fîlma “Mihemed Resûl ellah” tenê nûnerê Îranê li 88’emîn deweray xelata Oskar tê hesibandin, û bi derxistina vê fîlmê ji rîza pêşbaziyan, Îranê nekarî roleke girîng di warê navneteweyî de bilîze.

Fîlma “Mihemed Resûl ellah” zêdetirîn xerc li dîroka sînemaya Îranê de hebûye, û li gora nirxandina “Halîwûd reporter”ê xercê vê fîlmê bi nirxa navgîn 100 milyard Dolar xerc rakiriye.

Esxer Ferhadî derhîner û senaryonivîsê Îranê, bi çêkirina fîlma “Cudahiya Nadir ji Sîmîn” karî ku xelata Oskar ya sala 2012 ji beşa zimanên “ne Îngilîzî” bi dest bixe.