Fermanderekî rejîma Îranê: emê li cejna çareşeme soriyê de dijî her kombûn û şadiyekê derkevin

12:20 - 10 Adar 2012
Kurdpa: fermanderekî hêza Întizamî yaa rejîma Îranê li bereberê çarşeme soriyê de ragehand ku emê li hemberî her şêwe civîn û şadîyekê bisekinin ku xelk pêk bîne.

Îsmaîl Ehmedî moqedem bi rexneyên tund ji şaredariyên sala pêşîn derbarê diyarîkirina cihê taybetî ji bo hilkirina agir eşkere kir ku: ew kiryarên weha rê ji bo bê nezmî û xesardîtinê xweş dike. Lewra xelk dibe di vê rojê de bilez karûbarê kirînê encam bidin û zû bi hewara zarokên xwe de herin û agehdarê wan bin.

Li gorî nûçeya Îsna navbirî ragehandiye ku sala pêştir neh ton û evsal jî 16 ton madeya tqînê dest bi ser de hatiye girtin û dibe her kes di mala xwe de vê rê û resmê birêve bibe û ew jî bi wan emraz û keresteyên ku qedexenekirî.