Ev pênc roj in ku xwendekarên beşa neftê, ketine gireva birçîbûnê

20:41 - 11 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Beşeke ji xwendekarên zanîngeha parêzgeha Xûzistanê, ev pênc roj in, civîna nerazîbûnê bi rê ve dibin, û ketine gireva birçîbûnê.

Radyo Ferda, di vê derbarê de belav kiriye, ev nerazîbûnane piştî axivtina Kerîm Selehşûr, cîgirê Wezîrê Petrolê hate pêş, ku gotibû: “Wezîrê Petrolê tu sozek ji bona wergirtina xwendekarên zankoyên beşa neftê nedaye”.

Xwendekarên nerazî dibêjin, heyanî ku bi giştî pirsgirêka wergirtina me nehêne çareserkirin, em dest ji girevê bernadin, û em di tu îmtihanan de beşdar nabin.

Berê jî di meha Gulanê de,Wezîrê Petrolê ê Komara Îslamî, di ragehandinekê de, her cure wergirtina hêzên nû bo Wezaretxaneyê qedexe ragehandibû, ku ew kiryara wî digel dijayetiya xwendekaran rû bi rû bûye.

Di destpêka vê mehê de jî, gireva birçîbûnê ji aliyê xwendekarên zanîngeha Sen’et a Petrolê bi rê ve çû, û bê encam bidawî bû.