Eta Rehmanzade bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Seqizê hate veguhastin
Roja Şemî 1`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Eta (Şemal) Rehmanzade” xelkê bajarê Seqizê bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.
Ew welatiye berê ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Seqizê ve bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi 11 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de herwisa hatibû pejirandin.
Roja Duşemî 6`ê Rêbendana sala 1399`an, ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatibû azadkirin.
Roja Pêncşemî 2`ê Rêbendana sala 1399`an, ew welatiye bi nîşandana nerizayetî li dijî deng û rengê hikûmeta Îranê bi kincên Kurdî li meydana “Helo” a bajarê Seqizê amade bû ku bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.
Ew welatiyê Kurd Banemera sala 1397`an li taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Seqizê bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi salek girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û herwisa ji tohmeta “têkdana ewlehiya giştî” bêguneh hatibû nasîn.
Piştî nerizayetiya wî welatiyê Kurd bi cezayê ku hatî dan, ew cezaye di dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê de bo 3 meh girtîgeha te`izîrî hatibû guhartin û hatibû pejirandin.
Roja Pêncşemî 27`ê Befranbara sala 1397`an, “Eta Rehmanzade” bo derbaskirina heyama cezayê xwe bo girtîgeha navendî a bajarê Seqizê hatibû veguhastin.
Ew welatiye roja 4`ê Rezbera sala 1396`an, piştî beşdarîkirin di kombûna piştevanîkirin ji rifrandoma serbixweyiya Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Seqizê hatibû veguhastin.
Navbirî piştî mehek binçavkirin bi danîna barimteya 70 milyon Tumenî ji girtîgeha navendî a bajarê Seqizê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.