'Erdogan xwe xelîfeyê Osmanî dibîne'

17:24 - 21 Tebax 2012
Serokê Kongreya Gel Remzî Kartal li paytexta Swêdê Stockholmê bersiva pirsên Kawe Emîn da.

Serokê Kongreya Gel Remzî Kartal li paytexta Swêdê Stockholmê bersiva pirsên Kawe Emîn da. Kartal egera operasyona hevbeş a ser Qendîlê, vekişîna AKPê ji prosesa aştiyê, herwiha behsa wê tomara dengê hevdîtinên MIT-PKK-ê dike ku du hefte berê bi awayekî nepayî hat weşandin. Serokê Kongra Gel helwesta wezîrê derve yê Îsrailê Evigdor Lieberman jî nirxand û got em gotinên wî cidî nagirin û bersivê jî nadinê.

- Li Bakurê Kurdistanê rewşeke taybet derketiye hole; dibe ku pêvajoya şer pêvajoya aştiyê têk bide?
- Di dema hilbijartinan de jî, Erdogan propaganda wê yekê dikir ku pirsgirêka Kurd nemaye û digot va ye me kanala TRT6ê vekiriye, zindanî ligel kesûkarên xwe bi Kurdî diaxivin, li zanîngehan kar bo vekirina beşê zimanê Kurdî tê kirin, meseleya Kurd pirsgirêka takekesane ye û êdî ne meseleya Kurd e lê meseleya terorê ye. Bi ser de jî qala wê yekê kir ku eger ew li ser desthilatê bûna wê dema ku Ocalan girtin, wê biryara îdamkirina wî bicih bikira. Kesek ku mebesta wî aştî be van gotinan nake. Hemû alî dizanin ku serok Apo di dema gotûbêjan de pêşniyarek pêşkêşî Tirkiyê û serokayetiya KCKê kir û daxwaz kir ku herdu alî analîza xwe li ser bidin, KCKê bersiv da ku tiştê serokê me pêşniyar kiriye em ji aliyê xwe çi pêwîst be bicih tînin. Divê hikûmeta Erdogan bersiva xwe bide, lê hê ti bersiv nedane. Piştre jî serokê me birûsknameyeke taybet şand ji Erdogan re û bangewazî kir ku bila ev kêşe berbi şer û pevçûnê neçe û ez amade me di hundirê heftiyekê de hemû gerîllayan kom bikim, lêbelê pêwîst e pêşî Erdogan ji raya giştî re ron bike ku kêşeya Kurd ne kêşeyeke leşkerî ye, ne kêşeya terorê ye, lê kêşeya gelekî ye û siyasî ye û emê çareser bikin, em amade ne li ser vê bingehê gotûbêjan bikin.

‘Tirkiyê dixwaze hê Amerîka ji Îraqê venekişiyaye bi hevre êrîşî PKKê bikin\'

- Ji ber çi Tirkiye ewqasî pêkutiyê li ser şer dike?

- Dixuyê haya Erdogan weke serokê dewletê jê hebe ku ew weke hikûmetê bo çareseriyê ne amade bin. Wekî din bûyerên deverê, Sûriyê û Îranê û tiştê ku jê re dibêjin Bihara Ereban, firsendek bo Tirkiyê çêkiribe, Amerîka dixwaze li Sûriyê roleke pêxemberî bide Tirkiyê, û wê weke mînakekê bo dewletên erebî nîşan bidin, Îslameke nerm û girêdayî Amerîka û sîstema NATO. Erdogan vê weke firsendekê ji xwe re dibîne ku daxwaza piştgiriya Amerîka bike dijî PKKê û gelê Kurd. Tirkiyê dixwaze ku hê jî Amerîka ji Îraqê venekişiyaye bi hevre êrîşî PKKê bikin.

- Bi baweriya we Amerîka di êrîşeke wiha de beşdar dibe?

- Amerîka hevkariya Tirkiyeyê kiriye, lê heya îro ser asta leşkerî daxwazên Tirkiyeyê cîbicîh nekirine. Heya vêga Amerîka siyaseteke wisa bo berjewendiyên xwe rast nedîtiye, bawer nakim Amerîka li ser daxwaza Erdogan bi pratîkî tevî operasyonên leşkerî bibe.
- Berî çend rojan Erdogan qala wê yekê kir ku dikarin ligel Îranê bi hevre êrîşî Qendîl bikin, balyozê Îranê jî li Tirkiyê got ku ew hevkariya hev dikin lê bi hevre êrîşan nakin?

- Rast e niha êrîş tune, lê jixwe Tirkiye û Îranê bi hevre peyman girê dane û Îranê êrîşa xwe kir û Tirkiye jî hevkariya wê kir. Tirk daxwaz dikin Başûrê Kurdistanê jî beşdariyê bike, Îraq hevkariya wan bike, daxwaza hevkariyê ji hemû dinyayê dikin! Lê ev xewn û xeyala Erdogan e. Îran xwe ceriband û biser neket. Wisa diyar e xeyalên Erdogan ligel rewşa heyî lihev nayên. Bi ser de jî ew hêviya wan ku hebû li ser başûr ji wan re pêk nayê, ne kak Mesûd û ne mam Celal di gotinên xwe de hêviyeke wisa nedane Tirkiyê ku tevî karekî wiha bibin, lewma ev hemû nîşan didin ku Erdogan bi rêya leşkerî serkeftinê bidestve nayîne. Ev siyaseta ku Erdogan dixwaze biceribîne karesatan bo Tirkiyê çêdike. Wisa diyar e Erdogan naxwaze Kurdan weke netewe li Tirkiyeyê qebûl bike, mafên siyasî û mirovî yên gelê Kurd qebûl nake, dixwaze hêza xwe di şer de biceribîne, tecrîda ser serokê me dijwar kiriye û siyasetvanên Kurd dixe zindanê, ev 27 sal in vê rê tecrûbe dikin û ti encamek bidestve ne anîne. Baştirîn tişt ew e ligel Kurdan rûnin û kêşe bi rêya diyalogê bê çareserkirin. Ev dibe serkeftineke mezin hem bo Kurdan û bo Tirkiyê. Vêga Erdogan weke xelîfeyên Osmanî li xwe dinere, ne mimkûn e welatek kêşeyên xwe çareser neke û bikare roleke wiha li dinyayê bilîze.

‘Divê hemû Kurd destkeftên Başûrê Kurdistanê biparêzin\'
- Serokê Herêma Kurdistanê çend caran dûpat kir ku şerê Kurd û Kurdan xeteke sor e, lêbelê hevdem li başûr qala wê yekê tê kirin ku divê hem PJAK û hem jî PKKê rewşa Başûrê Kurdistanê liberçav bigirin?

- Em bo aramiya Başûrê Kurdistanê rêyekê dibînin, ew jî çareseriya kêşeya Kurd e li parçên din yên Kurdistanê, divê guherîn di siyaseta wan welatan de li himberî Kurdan bê kirin, eger çareseriya kêşeya Kurd li van welatan neyê kirin êdî zext li ser Kurdan li wan welatan û li ser Başûrê Kurdistanê jî berdewam dibe. Vêga hevkariyek heye li dijî Kurdan di navbera Îran û Tirkiyê û Iraqê de jî, Sûriyê ji ber kêşeya xwe haya wê ji tiştekî nemaye, divê hewldan bên kirin ev peyman bên têkdan û di dewsa wan de bi çareseriya kêşeya Kurd bê fikirîn, wê demê Başûrê Kurdistanê jî dikare aramiyeke seranserî lixwe bigire. Lewma divê hemû parçên Kurdistanê di nava xwe de hem hevkariya hev bikin, hem jî hinek taybetmendiyên xwe biparêzin, nemaze vêga divê hemû Kurd destkeftên Başûrê Kurdistanê biparêzin, lê hevdem divê Başûrê Kurdistanê jî bizanibe ku divê bo çareseriya kêşeya parçên din hinek zehmetiyê bide xwe û dora xwe bibîne. Ger hinekî xwe nebetilîne û liberxwe nede û sedî sed bi dilê Îran û Tirkiyê tevbigere wiha xeterê ser xwe jî çêdikin. Divê Başûrê Kurdistanê ligel Sûriyê û Îran û Tirkiyê û Îraqê jî pêwendiyan çêbike û berjewendiyên xwe biparêze. Her weke çawa hertim kak Mesûd dibêje em bo çareseriya kêşeya Kurd bi awayekî aştiyane amadeyê her hevkariyekê ne, lêbelê bo şer na, ev siyaseteke bingehînî û serekî ye û pêwîst e pêkutî li ser bê kirin û berdewam be.
‘Em gotinên wezîrê derve yê Israilê bi giringî wernagirin û bersiva wî jî nadin\'

- Kêşeya navbera Tirkiye û Îsrailê gihişte asta ku Îsrail bêje em dixwazin ligel PKKê rûnin û hevkariya wan bikin. Bi baweriya we Îsrail dixwaze kêşeya Kurd weke kaxezekê bikar bîne yan jî bi rastî dixwaze hevkariya Kurdan bike?

- Gelê Cihû rastiyeke gelên Rojhilata Navîn in û xwedî şaristaniyeke kevin in, ew jî weke her gelekî Rojhilata Navîn mafê wan heye bi azadî û wekhevî li deverê bijîn, lê em bi ti hawî wê siyaseta Îsrailê li dijî Kurdan bi rêya hevkariya Tirkiyê qebûl nakin. Serok Apo ji ber siyaseta wan ya çewt niha li girava Îmralî zindanî ye. Hevkariya leşkerî ya Îsrailê bo Tirkiyê ku dijî Kurdan bikar tîne ron û eşkere ye. Em bo biratiya gelên deverê, li dijî wê yekê ne ku vêga kêşeya wan ligel Tirkiyê heye bixwazin Tirkiyê bi Kurdan bitirsînin, ew serdem qediya, Kurd weke kert û bo armanca xelkên din bên bikaranîn, Kurd vêga hêzeke serekî ya deverê ne, mineta me jî bi hevkariya ti aliyekî nîne. Lewma em zêde giringiyê nadin gotinên wezîrê derve yê Îsrailê û bersiva wî jî nadin; çimkî ew dixwazin bi vî rengî Tirkiyê bi me bitirsînin, lê ev nayê wateya ku em dostaniya gelê Cihû red dikin.

‘Li gor me jî ecêb e ji ber çi Tirkiyê di vê demê de tomara deng weşand\'

- Di van rojan de tomareke deng belav bû û tê de qala gotûbêja we û dewleta Tirk dike. Bi baweriya we çima ev tomara deng di vê demê de belav bû?

- Belê, serokwezîr Erdogan û parlamento jî înkar nakin û dibêjin ku me şêwirmendê MITê weke nûnerê dewletê şandiye û ev gotûbêj hebûn. Gotûbêj hem ligel serok Apo û hem jî wê şandê hebûn û kes nikare wan înkar bike. Lê li gor me jî ecêb e ji ber çi vêga û di vê demê de ev tomar belav kirin, em jî di nava xwe de hem gotûbêjan dikin û hem jî lê dikolin, lê divê dewleta Tirk rastiyan kifş bike, çimkî ev ji aliyê wan hatiye weşandin. Lê tiştek heye ev gotûbêj heya dema hilbijartinan berdewam bûn. Diyar e wan bo berjewendiyên xwe û kuştina demê wiha kirine, çimkî va ye ev tişt hemû danîn alîkî û amadekariya şer dikin, lê dîsa jî hem em û hem jî serok Apo ji çareseriyeke aştiyane re amade ne, lê tevî hemû van durûtiyên wan jî me weke berpirsên şer gunehbar dikin, derewên Erdogan rojek tê ji hemû cîhanê û Tirkiyê û gelê Kurdistanê re eşkere dibin, dewletek li ser bingeha derewan nikare temenê xwe dirêj bike.

Jêder: Rûdaw