Endameke Civata Nîştimaniya Kurdê Sûriyê hate terorkirin

13:57 - 23 Şibat 2012
Kurdpa: nesredîn Berhek endamê serkirdayetiya Civata Nîştimaniya Kurdê Sûriyê çend rojan berî niha li encama êrîşek terorîstî de canê xwe ji dest da.

Ajansa nûçegihaniya kurdpa bona behskirina zêdetir û agehdarbûna ji çavaniya terorkirina wî hemwelatiyêî Kurd pêwendî bi Nûrî Birîmo nûnerê Partiya Demokrat a Kurdê Sûriye Elpartî re kir.

Nûrî Birîmodi lêdwanekê de bi ajansa Kurdpa ragehand ku Nesredîn Berhek endamê mekteba siyasî ya PDKS roja 24’ê Rêbendanê li herêma Çelexa ber bi herêma Dêrikê diçû, ku kete ber êrîşek terorîstî û bi tundî birîndar bû. Mixabin navbirî li ber kûrahiya birînên xe roja 3’ê Reşemê li nexeşxaneya Dêrikê de canê xwe ji dest da.