Elî Zulfî bi danîna barimteyê ji girtîgeha Bokanê hate azadkirin

16:47 - 21 Şibat 2021

Îro yekşemî 3`ê Reşemê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Elî Zulfî” kurê Hemze û xelkê bajarê Bokanê, bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, piştî bi dawîhatina lêpêçînê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin.

“Elî Zulfî”, di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Şeva Sêşemî 30`ê Befranbarê, li berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd li bajarê Bokanê, ew welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîş kiribûne ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçav kiribûn.

Herwisa hêzên ewlehî di dema binçavkirina “Elî Zulfî” de şûşeyên der û pênçereyên mala wî şikandibûn.