Elî Xaminêyî : Em Dixwazin Hemû Nûkleerên Li Cîhanê de Werin linav birin

14:50 - 17 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Serokê olî yê Îranê Ayetulah Elî Xaminêyî derbarê bernameya nûkleerî a Îranê axifî.

Xaminêyî got: Em Dixwazin Hemû Nûkleerên Li Cîhanê de Werin linav birin.

Li gor nuçeya malpera fermî ya Ayetulah Xaminêyî, rêberê olî, di hevdîtinek de diyar kir ku programa nûkleerî ya welatê wî aştiyane ye û jibo aştiyê hatiye damezirandin.

Wî got: em çekê nûkleer çê nakin, em dixwazin hemû nûkleerên li cîhanê werin linav birin .

Elî Xaminêyî herweha gotina serokê Amerîkayê Barak Obama ya \'emê desturê nedin ku Îran bombeya etomê çeke\', nirxand. Got : Eger Îran bixwesta çekên nûkleerê çêbike, amerîka dê nekariba rê li ber Îranê bigre.” Serokê olî yê Îranê anî zimên ku bikaranîna vejena nûkleer heqê gelê Îranê ye. Rêveberiyên rojava nikarin vî heqê ji deste wan bistînin.

Cihê gotinyê ku berdewam welatên Ewropî û Amerika û Ajansa wizeya nûkleer a cîhanê dewleta Îranê bi hewil jibo bi dest anina bombeya etomî tawanbar dikin lê dewleta Îranê vê yekê înkar dike.