Elî Cenetî: “Merce’ên Teqlîd” jî telegramê bi kar tînin

16:16 - 25 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Elî Cenetî Wezîrê Çandê yê dewleta 11.mîn, di rêûresma dev ji kar berdana xwe de got ku ez torên civakî bi kar tînim, û min pêwendî jî, di gel kesên bîhanî heye”.

Navbirî di vê derheqê de ragehand: “ Rojekê digotin ku çima hûn torên civakî bi kar tînin, lê îro lê binêrin, merce’ên teqlîd jî torên civakî û bi taybetî telegramê bi kar tînin, ku wisa bû, mirov nikare xwe dûrî torên civakî bigre”.

Elî Cenetî Wezîrê Çandê yê dewleta 11.mîn tevî îşarekirina bi qedexebûna dîş û mahwareyê got: “Rewşeke wisa di welat de pêk anîn, da ku tu kesek nekare di vê rewş û hewayê de bêhnekê jî vede, niha bibînin ku me çend ji sedî, ji xelkê neçar kiriye ku li dijî yasayê reftarê bikin”.

Wî bas ji birêvebirina konsertan di bajarê Qumê de jî kir û got: “Di Qumê de konsertek jî bi rê ve çû, ku çar jinan, pirça xwe bi başî nepeçavtibûn, û kesayetiyên siyasî jî wêneyên wan girtibûn, û berdewam ew wêne di destên wan de bûn û serdana ofîsên merce’ên teqlîd dikirin,yanî rewşek pêk anîn ku birêveberê giştî ê parêzgehê jî dev ji kar berde û here”.

Piştre Elî Cenetî Wezîrê Çandê yê dewleta 11.mîn dibêje: “Ez dikarim wêneyên wisa yên rêûresmên şîn û taziyan ên Tasû’a û Aşûrayê ji we re bînim, ku hekî hûn bibînin jin di çi rewşekê de, çûne nav van rêûresman de, û xwe nepeçavtine, hûnê wan rêûresman jî rakin û dabixin”.