Ehmedînejad li Meclîsa Îranê hat derkirin

15:10 - 5 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Di navbera Serokomarê Îranê Mehmud Ehmedî Nijad û Serokê Meclîsê Elî Larîcanî de dijberî roj bi rojê zede dibe.

Serokê Îranê Mehmud Ehmedî Nijad û Serokê Meclîsê Elî Larîcanî û malbata wî bi bertîlîye”Rişwê” suçdar kir û got deshilata xwe di rê ya xirab de bikar tine.

Ehmedî Nijad, dimenên birayê Larîcanî ku bertîlê dixwaze weşandin.

Serokê Meclîsê Larîcanî jî, ne hişt Ehmedî Nijad axavtina xwe dom bike û got: “Tu wekî mafyayê tevdigerî ji kerema xwe vêderê terk bike.”

Tê zanîn ku Serokê Meclîsê Elî Larîcanî nêzî Serokê Olî yê Îranê Elî Xamineyî e. Sîyasetên Ehmedî Nijad ji aliye Elî Xamineyî ve nayê pejirandin û her tim tên hemberî hev.