Egere cezakirina Îranê di encama lîstika fûtbola digel Koreya Başûr heye

15:21 - 13 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Li gorî yasayên FÎFA yê, tu welatek nikare di yarîgehan de hêma û sîmbolên siyasî û mesebî bikar bîne, lê di lîstika di navbera Îran û Koreya Bakşûr de, yarîgeha Azadî li Tehranê bi awayekî rêkxistî bi hêmayên mesebî hatibû xemilandin.

Di dema birêveçûna vê lîztikê, de liser piraniya pilakard an ku lafîteyên di nava yarîgehê de mohr û navê “Saziya Ferhengî Hûneriya Bajêrvaniya Tehranê” dihat dîtin, û hevdem berî birêveçûna lîztika fûtbolê, rêûresma şîngêrî û tazîdariyê jî, hatibû lidarxistin.

Eva di demekî de ye ku berî despêka vê lîztikê, çavedêrên Federasyona Fûtbola Asiyayê bi sedema hildan û bikaranîna hêmayên mesebî di vê lîztikê de, hoşdarî danbûne Îranê, lê karbidestên Îranê ev hoşdarî liberçav negirtine.

Lewra egera vê yekê heye ku federasyona sporê ya binavê FÎFA’yê, Îranê bona binpêkirina yasyên xwe, ceza bike.

Jiber ku dibêje, hekî welatên din ên endam di vê saziyê de, bixwazin weke Îranê yasayên saziyê binpê bikin û bi awayekî rêkxistinî yarîgehên sporê bikin qada bangeşeyên xwe yên olî û siyasî, wê çi bê serê lîstikên navnetewî?