Êdî têkiliyên parlimana Îranê bi heqdestê karsazên perwerdeyî ve tuneye

21:11 - 9 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bi hêceta terxannekirina bûdceyê, “Komîteya pêragehiştin bi heqdestê karsazên perwerdê” li parlimana Îranê hate daxistin.

Li gorî rapora ku hatî belavkirin, ev komîteya han ku di komisyona lêkolîna parlimanê de, berpirsyarê pêragehiştin bi heqdestê karsazên perwerdehiyê di welat de ye, bê ku bigehe tu armncekê, tevî daxistinê berbirû bû.

Yek ji endamên vê komisyonê tevî belavkirina vê nûçeyê da zanîn ku, sedema vê biryarê nebûna bûdce bi merema pêdana heqdestên paremayî ên karsazên perwerdeya welat ji aliyê rêkxirawa Kargêrî û Pilandarêjiyê ye.

Piraniya çalakên medenî li ser vê baweriyê ne ku rewşa çalakên perwerdeyî di serdemê kabîneya Hesen Rûhanî de, serbarê wan hemû soz û paymanan, roj bi roj ber bi xirabbûnê ve diçe.

Cebar Kûçîzade ji nawenada nûçegehaniya “Mêhrê” re eşkere kir ku civînên vê komîteyê tevî rêkxirawa kargêrî û pilandarêjiyê bê encam mane.

Ev endamê parlimana Îranê ragehand ku parek ji wan 6 kes ji endamên komîteyê, amade nebûn ku pişikdariyê di civînê de bikin.

Eva di demekê de ye ku di çend salên derbazbûyî de bo cara çendemîn texa perwerde û mamosteyên Îranê, tevî rewşa nebaş ya heqdestên xwe berbirû bûne û di encam de dest avêtine girev û meşên nerazîbûnê, lê hêj rewşa wan ber bi başbûnê ve neçûye