Ebdulbaqî Yûsif: rapirsî ji bo reforma destûra Sûriyê bê wate ye û Kurd jî tê de beşdarî nake
12:41 - 20 Şibat 2012
Kurdpa: biryar e 26.02.2012-an yasaya bingehîn ya Sûriyê bi armanca guhertin pêkanînan bikeve ber rapirsiyê lê welatiyên Kurd yên Sûriyê têde beşdarî nakin û vê rapirsiyê baykot dikin.
Di vê pêwendiyê de Ebdulbaqî, nûnerê Yekitiya Kurdên Sûriyê li herêma Kurdistanê ji bo Ajansa Kurdpa ragihand: “Ev rapirsiye ne yasayî ye û daxwazên Kurdan ne tê de ye û ji ber ewê ku hikûmeta Sûriyê şerek navxweyî çê kiriye û opozîsyon li perawêz de ye û bi awayek berfireh ji rêya hêza çek xelkê teperser dike, Kurd jî lewra rapirsiyê baykot dikin.
Navbirî herwiha domand û got ku guhertin li çarçoveya desthilata Sûriyê de ne mumkîn e û rejîmek ku her roj xelkê dikuje û hejmara kuçtiyan niha zêdeyî 7 hezar kesan e, çawa dikare guhertinan pêk bîne.