Du Zîndanên Siyasî Ên Kurd Li Zîndana Urmiyê De Gireva Birçîbûnê Girtin

14:07 - 9 Kanûna pêşîn 2011

Kurdpa: Sibêdeya roja pênşem 08.12.2011-an du girtiyên siyasî ên Kurd bi navên Nasir Ceferî û Îbrahîm Keçelan Lû bi armanca diyarkirina nerazîbûnê derheq veguhastina xwe bo benda ciwaên zêndana Urmiyê, dest dan gireva birçîbûnê.


Li gor Ajansa Mukrian, Nasir Ceferî bi tawana hevkarîkirin li gel yek ji partiyên dijî Îranê bi salek zîndanê û Îbrahîm Keçelan Lû bi tawana çalakî di pêxema berjewendiyên dijberên Îranê bi 6 meh zîdanê mehkûm bûye.
Li gor zaniyariyên herî dawîn ev du zîndaniye piştî girevgirtina giştî bo qerentîneya navendî ya Urmiyê hatine veguhastin.

.