Du wilatîyên Kurd bi Girtîgehê hatin mehkûm kirin

13:29 - 29 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa:Du wilatîyên Kurd ê xelkê bajarê Selmasê ji alîyê Serdozgerîya bajarê Xoyê bi 4sal û 6 mehan hepsê hatin mehkûm kirin.

Li gor rapora Ajansa Kurdpa,ê’ çend rojan berî niha dozgerîya bajarê Xoyê a Parêzgeha Urmîyê,du wilatîyên Kurd ê xelkê Gundê “Dêrik” a ser bi bajarê Selmas ê bi tawana alikarî tewî Partiyekî Kurdistanî bi 4 sal û 6 mehan hepsê mehkûm kirin
.

Çavkanîyek haydar bi ajansa Kurdpa,ê’ ragehand: “Dilawer Badikan” kurê Mihemed bi 4slan hepsê û “Keywan Ehmedî” kurê Reşîd bi du salan hepsa tezîrî hatin mehkûm kirin.

berê jî dilawer çend caran ji alîyê hêzên ewlekarî ên rejîma Îranê hatibû girtin û cara dawîn bi tawana alikarî tewî Partiyekî Kurdistanî hatibû girtin û jibo girtîgeha Selmasê hatibû şandin û piştî 6 mehan bi danana barimtê hatibû azad kirin.