Du welatiyên xelkê bajarê Merîwanê bi daîna barimteyê hatine azadkirin
Roja Sêşemî 5ê Reşemeyê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Karwan Mînûyî”, xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta bi dawîhatina qonaxa dadresiya wî ji girtîgehê hate azadkirin.
Roja Înê 19ê Befranbarê, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.
Herwisa çend roj beriya niha, çalakvanekî jîngeparêzî yê bi navê “Sîrwan Kerîmzade”, xelkê bajarê Merîwanê bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin.
Roja Yekşemî 21`ê Befranbarê, hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî û di mala xwe de, binçav kiribûn û bo cihekî nexuya veguhastibûn.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyên xelkê bajarê Merîwanê de hatiye sepandin ti zanyiyariyek ji ber dest de nîne.