Du kesên din ji malbata “Husên Pnahî” yan hatin girtin

13:42 - 17 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:2 kes ji nêzîkên Enwer Husên Penahî ji aliyê hêzên îttlatî ên Komara Îslamî a Îranê hatin girtin.
Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa: hzêzn îttlatî ên Komara Îslamî a Îranê 2 bira bi navên “Şêrzad û Fayêq Husên Penahî” xelkê gundê “Quruça”a ser bi bajarê Dêwolanê hatin girtin.

Hêzên ewlekarî sibêdeya roja 27’ê Befranbarê êrişî ser mala du kes ji xizmên malbata Husên Penahî li gundê “Quruça” kirin û du kes ji endamên malabta han destbiser û jibo ciheke nediyar birin.
Her wisa roja çarşenb a heftiya bihorî “Sîrwan Husên Penhaî” çelengê Ferhengî û xwarzîyê Enwer Husên Penhaî li mala babê xwe de li gundê “Quruça” hatin girtin.Enwer Husên Penhaî bi 16 salan girtîgehê hatiye mehkûm kirin û niha li zîndana bajarê sinê de hukmê xwe bi ser dibe.