Du dezgehên dadweriyê yên Komara Îslamî lidijê hevdû sekinîne

16:30 - 28 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê, hûkmê destbiserkirinê bo 17 nûnerên Meclisa Îslamî ya Îranê derkir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniyê ya Kurdpa yê, şeva derbazbûyî, Mehmûd Sadiqî yê nûnerê bajarê Tehranê li Meclisê, ji aliyê Hêzên Ewlehî ve hate destbiserkirin.

Di dema destbiserkirina navbirî de, hûkmê destbiserkirina Mehmûd Sadiqî yê endamê “Firaksyona Omîd”, ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Tehranê ve hatibû derkirin.

Mehmûd Sadiqî bi sedema axovîn liser keysa “Hisabên Milyardî” yên Serokê Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî, û herweha bêrêzîkirin û belavkirina derevan bi merema têkdana bîrûraya giştî, hatiye tawanbarkirin.

Mehmûd Sadiqî bi sedema hebûna 63 hsabên bankî yên taybet bi Sadiq Amolî Larîcanî, daxwaza zelalkirina hebûna 2300 milyard Tûmen pereyên di hisabên navbirî de kiribû.

Hevdem digel hatina hêzên ewlehiyê bona destbiserkirina navbirî di mala xwe de, malpera “Amed News”ê ku berê keysa hisabên milyardî yên Sadiq Larîcanî eşkere kiribû, di raporekî de ragehand ku, hûkmê destbiserkirina 17 nûnerên Meclisê hatiye dayîn.

Hatiye ragehandin ku hukmên wan 17 nûneran ku hêj navên wan nehatine eşkerekirin, têkilîdar e bi eşekerekirina gendeliya malîya “Yasar Soltanî” ye, ku di bajêrvaniya Tehranê de ye.

Hevdem kanala Têlêgramê ya nawenda nûçegihaniya “Fars”ê jî, nûçeya destbiserkirina wan 17 nûnerên Meclisê ret kir.

Her di ê derheqê de malpera “Mîzan” ya girêdayî bi Dezgeha Dadweriyê, di rapora xwe ya 2 rojan berî niha bas ji “Pirojeya hevpar ya derve û hundir sînoran bona xirabkirina Dezgeha Dadweriyê” û herweha “Êrîşa li dijî Welî Feqîh” kiribû.

Kêşeyên di navbera du dezgehên Komara Îslamî ya Îranê di çend rojên derbazbûyî de, piştî belavbûna nameya 17 nûnerên Meclisê bo Sadiq Larîcanî û Dozgeriya Giştî ya welat li hemberî hukmê Nergis Mohemmedî yê berevankara mafê mirovan ku di girtîgehê de ye û herweha rêgiriya dozgerê bajarê Meşhedê ji gotar pêşkêşkirina Elî Moteherî yê Cîgirê Serokê Meclisa Îranê, çûye nava fazek nû de.