Doma koma kirina Mahwareyan ji aliyê Hêzên Îranê

13:02 - 18 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Li dirêjiya zext û giwaşa hêzên Întizamî yê Dewleta Îranê bo ser wilatiyên Kurd ên xelkê bajarê Merîwanê, hêzên dewletê dest bi ser hindek li kel û pelên wilatiyên wî bajarî girtin.

Li gori nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa,hêzên Întizamî ên Komara Îslamiya Îranê li nav bajar û gundên derdûra Merîwanê ji bilî geryana malên wilatiyan,dest bi ser hejmarek ji Laptob,Kêys,Dezga û Dîşên Mahwareyên wilatiyan de girtin.

Ji aliyek din hêzên întizamî li herêma “Alan”a ser bi bajarê Serdeştê hejmarek berçav ji dezga û dîşên mahwareyên wilatiyên Kurd li gundên: Herznê,Dûlkan,Merzê û Bêtûş zewt kirin.her wisa çand rojan pêş niha hêzên Întizamî li bajarê Sinê û Banê ji bilî kom kirina mahwareyan û bêhurmetiyek zaf bi xelkê kirin.