Divê Qendîl Ji Destê Îranê Bê Derxistin

21:12 - 5 Tebax 2012
Akîf Hasan berpirsiyarê Avrupa yê PKKê bû: Bona çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Qendîl ji destê Îranê bê derxistin.

Akîf Hasan berpirsiyarê Avrupa yê PKKê bû û ewî Ocalan revandibû Avrupayê. Di dawiya hefteyê de ligel rojnameya Turkiye hevpeyvînek pêk anî bû. Kurdê Sûrî ye. 15 sal di PKKê de berpirsiyariya pêwendiyên bi Avrupa re kir. Ji 1987 pêve li Avrupa dije. Welatiyê Elmanya ye. Nava rêxistinê baş zane. Di sala 1999an de ji PKKê veqetiya. Ji bilî Îngilîzî, Kurdî, Tirkî, Elmanî û Fransî zane. Niha dikarên çand û hûnere de dixebite.
Hevpeyvîna Akîf Hasan…

PKK NIKARE SIYASETA RAST BIKE
Murat Karayilan daxuyand ku aştî dixwazin bona êrîşan tu plana pêk naynin. Lê ji hela din ve rêxistin êrîş dike. tu çawa dinirxînî?
Ji avabûnê pêve, tibîetê rêxistinê ev e. Weke Îran û rejima BAASê. Îran li Avrupa dibêje werin tesîsên me yên Nukleerî lêkolîn bikin û dema diçin welatê xwe, banga şer dikin. PKK jî zen dike ew hîle û tewşo mewşoyên gundî siyaset e. PKK dikre hemû tişt bike lê qed nikare siyasete bike. Çimkîû ne xwediyê çanda siyasetê ye.

Gelo Di PKKê De Cûdahî Heye?
Belkî ji derve wiha xwiya dike, lê cûdahî ne mewzûbehse. Kesek biryar dide û biryar dikeve rewacê. PKK kurê şerê sar e. Antidemokratik e. Beriya jê veqetiyam min digot ‘ger rojek were û PKK dewletê rêve bibe, ezê li Avrupa penaber bimînim.’

DIVÊ TIRKIYE BÊYÎ PKKê LI ÇARESERIYÊ BIGERE
Bi rêvebirên PKKê çareserî ne mimkun e. Lewra ew xwediyê fikrên kevn in. Hêrsa wana zêde, fêhmkirina wana kêm e. Divê hemû mafên kurdan bi qanûnê bê misogerkirin. Hingê dê pirsgirêk çareser bibe. PKK pir mezin tê nîşan kirin.

AK PARTÎ GAVÊN ERÊNÎ AVÊT
Hikumeta AK Partî yê gavên baş avêt. Lê bi vê PKK tu pirsgirêk nayê çareser kirin. Divê kurd jî piştgirî bidin. PKK dixwaze van gavên baş beredayî derêxe.

ÎRAN Û SÛRÎ PIŞTEVANÎ DIDIN PKKê
Herdu dewletan hemû cûre piştgirî didin PKKê. Rêvebiriya Tahranê bona geşkirina çalakiyan hewl dide.

… tu bernameya PKKê tune. Ji sala 1978 heta 1999an dşgot Kurdîstana Azad. Piştî girtina Ocalan got em tu tiştî naxwazin. Bawer bikin niha di sînî ya zêr Kurdîstana Azad bidin PKKê, dê dîsa çalaki û êrîş dewam bikin. PKK bona neçareseriyê hewl dide. Şerê sar rageşiye. PKK ji rageşiyê hez dike. Sûrî qela dawî ya şerê sar e. Ger Sûrî hilweşe, li rojhilata navîn, dê şerê sar bidawî bibe.

PKK LI DIJÎ HEMÛ PÊNGAVAN DIDERKEVE
PKK li dijî hemû pêngavên ne bin destê xwe diderkeve. Mesela TRT Şeş gavek dîrokî bû. Wekî TRT Şeşê, PKK hewl da ku hemû pêngavên wiha bê rûmet derêxe û bike pêngava dewletê.

Jêder: Xeberenkurdi