"Divê polîs û cendirme girêdayî şaredariyan bin"

21:47 - 5 Tebax 2012
Aktar, destnîşan kir hinek kurdên di nava AK Partiyê de jî federasyon û xweserî dixwazin. 
 
Serokê Baroya Diyarbekirê M. Emin Aktar, derbarê hilbijartinên 12’ê hezîranê, daxwaz û yekîtiya kurdan û makeqanûna ku dê nû bê avakirin de ji AKnews’ê re axivî.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoğan di qadên mitîngan de got “pirsgirêka kurd tune ye”. Ev guherîna zimên tê çi wateyê?

Bi vê gotinê tê fêmkirin ku ji bo çareseriyê projeyeke wî tune ye. Li gorî qenaeta kurdan Serokwezîr dev ji çareserkirina pirsgirêka kurd berda, li statûkoyê xwedî derdikeve. Li gorî felsefeya avabûna Komara Tirkiyeyê kesên li vî welatî dijîn yek milet e, yek ziman e, yek welat e û xwedî yek alek e. Ji xeynî van kes tune ye. Ger tu vê bidî pêşiya xwe wê çaxê tu li vê derê tu kesî nas nakî. Tu herkesî tirk dibînî, zimanê herkesî tirkî dibînî û vê bi her kesî didî qebûlkirin. Ji xwe pirsgirêk ji vir derdikeve. Kurd dibêjin ku em gelekî cuda ne, ji tirkan cudatir in. Çandeke me heye, dîroka me, edebiyata me, zimanekî me heye. Em dixwazin bi van taybetiyên xwe li ser welatê xwe azad bijîn. Daxwaza kurdan ev e. Kurd dixwazin bibin xwedî heman mafên ku bi tirkan re heye. Em ne mafekî ji wan zêdetir û ne ji wan kêmtir dixwazin

Tu gotinên Erdoğan ên li Diyarbekirê çawa dinirxînî?

Weke paşvevegerek tê xuyakirin. Tenê zimanê Serokwezîr neguheriye, zimanê wî, nêrîna wî jî guheriye. Belkî nêrîna wî, feraseta wî ev bû, bi şeklekî din ji me re nîşan didan. Lê hê jî baweriya min ev e; piştî 12’ê hezîranê dê ev dîtin, ev nêrîn biguhere. Zimanê wî yê li Diyarbekirê pir giran bû, tê de heqaret hebûn. Li hemberî kurdan, li hemberî BDP’iyan zimanekî giran bi kar anî.

BDP li hemberî van gotinan dê xurtir an qelstir biçe parlamentoyê?

Hemû kes di wê baweriyê de ye ku BDP dê bi grubeke hêj xurtir bikeve parlamentoyê. Grûba BDP’ê îcar bi tecrûbe tê. Yekîtiya kurdan jî hate avakirin. Piştî 12’ê hezîranê temsîliyeta BDP’iyan ji berê zêdetir dibe. Ji ber vê yekê jî divê muxatabiyeta wan jî zêde bibe. Serokwezîr ji bo çareserkirina vê meseleyê, divê siyasetmedarên temsîliyeta meşrû ya kurdan muxatab bigre. Muxatabê yekemîn jî yê pêşî jî grûba BDP’ê ye. Wê çaxê divê li hemberî wan zimanekî nû, zimanekî lihevkirinê, zimanekî ku meseleyê çareser dike, bi pêş bixe. 

Serokwezîr BDP weke “rêxistina terorîst” bi nav kir. Dê bikaribe piştî hilbijartinê bi BDP’ê re rûnê?

Tirkiye welatekî xerîb e. Di siyasetê de jî carna mirov tiştên ecêbmayî dibîne. Divê em li van gotinan nealiqin. Ger em li van gotinan bialiqin, em ê nikaribin meseleyê çareser bikin. Piştî 12’ê hezîranê divê bi şeklekî jî lêborîna van gotinan bê xwestin. 

Serokwezîr ji bo guhertina makeqanûnê behsa 367 parlamenteran dike. Ev yek pêk neyê, makeqanûneke sivîl dê çênebe?

Serokwezîr dibêje ger ji 367 berjortir ray werbigrin, îcabê referandûmê nake. Dê bixwe makeqanûneke nû ava bikin. Wê çaxê dê AK Partî makeqanûnek li gorî dilê xwe çêbike. Ev jî dê bibe makeqanûna AK Partiyê, nabe ya Tirkiyeyê. Ger ji 330 parlamenterî jortir lê ji 367 parlamenteran jêrtir qezenç bike, wê çaxê bi referandûmê dikare makeqanûnê biguherîne. Tiştê qenc ew e ku ji 330’î kêmtir parlamenteran kar bike. Ger wisa be, mecbûr dimîne bi BDP û partiyên din ên siyasî re hevdîtinê bike, bi wan re muzakere bike û di encamê de makeqanûneke nû ava bike.  

Ger biryara guhertina makeqanûnê bê dayîn. Pêşî divê kîjan qanûn ji vê makeqanûnê bên derxistin?

Îdeolojiya Komara Tirkiyeyê bi tevahî feraseta xwe derbasî qanûnan kirine. Di her qanûnê de herkes tirk e, herkes mensûbê yek dînekî ye, di nava vê dînê de jî mensûbê mezhebê henîfî ye. Divê bi temamî sîstema Tirkiyeyê bê guhertin, ziman û feraset bê guhertin. Di vê makeqanûnê de tê gotin ku Komara Tirkiyeyê girêdayî nijadperestiya Atatürk e. Kurd li dijî vê xalê derdikevin. Dibêjin em referansê îdeolojîk û nijadperestiyê naxwazin. Di xaleke din de dibêje kî bi hemwelatîbûnê bi Komara Tirkiyeyê ve girêdayî be, ew tirk e. Kurd li dijî vê jî derdikevin. Kurd dixwazin ev ravekirin ji holê rabe.  Bila di destûrê de kurd bi navê kurdan jî neyên tarîfkirin bi navê tirkan jî neyên tarîfkirin. Bila me ne bikin kurd ne jî bikin tirk. Em dixwazin hemû hemwelatî weke “Hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê” bên ravekirin. 

Ji bo zimanê kurdî divê guherînên çawa bên kirin?

Tişta herî girîng jî ev e. Niha perwerdehiya bi kurdî di destûrê de qedexe ye. Ji ber vê yekê lazim e di makeqanûnê de mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî were naskirin. Lê hewce nake bi navê “zimanê kurdî” were naskirin. Hevoka “Herkes dikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehî bibîne” têr dike. Pêwîst e ev bar di stûyê dewletê de be û divê dewlet ji perwerdehiya bi kurdî re budçeyek veqetîne. Divê dewlet dibistanan veke, mamosteyan bişîne û meaşê mamosteyan bide. Kurd dê tenê ji bo perwerdehiya zarokên xwe mufredata perwerdehiyê amade bikin. Çimkî di mufredata heyî de tenê dîroka îdeolojîk a tirkan heye. Li gorî vê dîrokê tenê tirk qehreman in û yên din hemû tirsonek û xayîn in. 

Li gorî vê makeqanûnê kurd nikarin li ser navê kurdan partiyek ava bikin. Ev guherîn divê çawa çêbibe?

Pêwîst e kurd bikaribin li ser navê xwe partiyan ava bikin, di partiyên xwe de cih bigrin û bi awayekî azad têbikoşin. Niha kurd dixwazin di rêveberiyên herêmî de selahiyetên mezin werbigrin. Jixwe hikûmetê jî ev tişt digotin. Lê tirsa kurdan a ewlekariyê jî heye. Kurd îro polîsan weke polîsên xwe, cendirmeyan jî weke cendirmeyên xwe nabînin. 

Divê çawa çêbe?Şaredariya Bajarê Amedê nikare ferman bide polîsan. Lê ez bawer im eger îro polîs û cendirme di bin fermana şaredariya Diyarbekir de bûna, wê çaxê mesele dê bi piranî çareser bûna. Kurd îdareyeke herêmî dixwazin. Îro BDP xweseriya demokratîk dixwaze. Nav lê kiriye. Divê ev di nava kurdan de bê munaqeşekirin. Lazim e kurd di nava xwe de muzakere bikin û projeyeke ku çarçoveya wê diyar e, derxin holê.

Ger Tirkiye şert û mercên pîvanên Ahengsaziya Yekîtiya Ewropayê bi cih bîne, wê çaxê pirsgirêka kurd bi awayeke otomatîk çareser dibe?

Siyasetmedarên kurd ji wê zêdetir dixwazin. Pîvanên Yekîtiya Ewropayê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têr nake. Çimkî piranî mafê derbirînê, mafê lihevcivînê dide naskirin. Pîvanên Danîmarkayê xweseriya demokratîk, otonomiyeke demokratîk nade pêşiya xwe. Kurd îro dixwazin li herêma xwe otonomiyek ava bikin. Em dixwazin leşker bila girêdayî hikûmeta navendî be, polîtîkayên derveyî welat navendî be. Lê di polîtîkayên din de divê hemû tişt girêdayî îdareya herêmî bin. Kurd dixwazin xwe bi serê xwe bi rê ve bibin. Dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin, mufredata xwe bi xwe amade bikin. Polîs û cendirme divê hebin lê di bin îdareya me de bin. Di bin îdareya meclisa herêmî de bin. Rê ji me re lazim be, em ê projeyên rê çêbikin. Bendav lazim be, em ê bendavên xwe proje bikin. Siyaseteke me ya çandiniyê hebe, em ê wê biryarê bidin. Ji aliyê aborî ve jî meseleyên herêmî em ê çareser bikin, em ê biryara xwe bidin. 

Hemû kurd otonomiyê dixwazin? Mînak yên di nava partiyên din de jî heman daxwazê dikin?

Kurdên di AK Partiyê de cih digrin jî piraniya wan perwerdehiya zimanê dayikê dixwazin. Hemû dizanin ku Tirkiye nikare vê pirsgirêkê bi îdareya navendî çareser bike. 

Kurdên di AK Partiyê de cih digrin xweseriya demokratîk jî dixwazin?

Na vê naxwazin. Hinek kurdên di AK Partiyê de cih digrin, sîstemeke federatîf dixwazin. Hin ji wan sîstemeke federatîf dixwazin. Tenê ji ber ku AK Partî dîndar e, ray didin vê partiyê. Lê piraniya dîndarên kurdan otonomî, xweserî dixwazin. Her çiqas vê yekê bi nav nakin jî dixwazin li Herêma Kurdistanê xweseriyek demokratîk hebe. Îtiriza wan tune ye. Divê ev yek di nava kurdan de bê munaqeşekirin. 

Ger ev daxwazên kurdan bi cih neyên dê kurd helwesteke çawa nîşan bidin?


Ger ev daxwaz pêk neyên, tu kurd ji PKK’ê re nikare bêje çekên xwe deyne, dev ji şerê çekdarî berde. Şertê vê yekê tune ye. Ger hûn şert û mercên siyaseteke demokratîk ji holê rakin, piraniya kurdan li ser navê KCK’ê bavêjin girtîgehan, xortên kurdan ên protesto dikin, bi cezayên giran dadgeh bikin, wê çaxê hûn riya çiyê vedikin. Wê çaxê jî dê şerê çekdarî geş bibe. Gava geş bibe ev şer tenê li çiyayan namîne, ev şer dê li bajêran jî belav bibe. 

Jêder: Nukurd