DİNYA DEWRANE

17:10 - 12 Tebax 2012
Fahri KARAKOYUNLU

Yek deng û yek wetan e.
Amed û Qamişlok e, Dihok û Senandej e
Yek derd û Yek derman e.
Silêymanî û Amûdê ye, Dêrsim û Kermanşah e
Yek al û yek ziman e.
Dinya Dewran e…
 
Dîroka mirovahîyê di cîh de nasekin e, dinya fetl û dewran e, çerxa felekê geh li jêr û geh li jor e.
Polîtîka Îttihat Teraqî di serê sedsala 20an de serê Osmanîyan xwar û ji Balqanan û deverên derdorê mecbûrî derketinê bûn. Armancên wan yê kolonyalist, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, bû egera dabeşkirina  İmparatorîya Osmanîyan.
 Kadirên Kemalîst, Bi dewletê rojavan re, ji alîyê dîplomasîye de ketin nav têkilîyan. Lê xwe wisa  nîşanî reya giştî ya dinê dan ku, wek yê mexdûr ewin û bi navê şerên azadîyê, bi dewletên ku wek dijminên xwe qebûl dikirin re ketin nav tekoşînek  dîplomasîyê. Kadirên Kemalîst ji gellek bûyerên bûyî encam derxistibûn. Bi van  encamana, li hev kirin û dewletek bi navê Dewleta Tirk avakirin. Belê zarokên Osmanîyan, bi navekî din û bi fêlbazîyên dîplomasîya ku li ser sîyaseta serdestan hatîye avakirin, xwe bi dinê  dane qebûlkirin.
Her çiqas di vê xebata dîplomasîyê de, kurd hate xapandin û welatê wan Kurdistan, bi Peymana Lozanê di mabeyna  ingilîz, fransiz û tirkan de hate parvekirin jî, li hemper vê sîyaseta qirêj, gelê kurd  tu carî serê xwe dananî û li her deverê Kurdistanê, kete nav xebata azadîyê.

Dîroka sedsal berê li Balkanan û derdora wê qewimî, sedsal şûn de li Rojhilata navîn û dê li Qafqasîyayê diqewim e. Dîrok sed sal şûn de xwe li van devera dubare bike. Ji ber ku damezirandina van dewletana ne bi vîna gelên herêmê bû. Gava ev dewletana di  serê sedsala 20an de hate damezirandin, li gor berjewendîyên qolaonyalistan û di şert û mercên wê demê de gor aktorên sîyasetê yên serdest ên heremê hate avakirin. Ev dewletên bi vî awayî hate damezirandin, di nav xwe de gellek civakên etnîkî, olî û mezhebî dihewandin. Bi navê “dewletên navendî” her çiqas netew dewlet hate avakirin jî, ev dewletana wek dîktatorîyen nîjatperest û olî xwe berdewam kirin. Gelên ku bê vîna xwe bi van dewletana ve hate girêdan, tu caran ev rêvebirîyana wek nûnerê xwe nedîtin û ev dewletana jî, tu carî vek di lîteratora rojavayan de tê gotin, nebûn dewletên netewî. Ji ber ku ji bo netewdewletbûyînê, şertên civakî, şertên aborî û  jî şertên îktîsadi di nav van welatan de  tunebû ye.
Dewleta Tirk di nav xwe de ne xwedî refleksek guhertinê ye.
Îro tekoşîna azadîyê ya li Rojavayê Kurdistanê, bi her awayî hêvîyek xurt û kelecanek kirîye nav gelê kurd. Lê mixabin zêdetir xof, kirîye nava dilê dijminên kurda û bi taybetî dilê rayedar û sîyasetmedarên tirkan.

 Gava mirov li daxuyanîyanên rayedarê tirk û li nûçe û şîroveyên di çapemenîya tirkan de dinêre, bi rastî mirov bi navê mirovahîyê şerm dike.
Ew aştîxwaz û demokratên ji bo Dewleta Sûrîyê çareserîyê digerîyan û pêşkêşîya vî karî dikin, gava azadîya kurdan tê rojevê, rûyên xwe yê qirêj û dijminatîya xwe ya dîrokî derdixin holê.

Ev çi sedem e, çi xof e ku rayedarên tirka evqas har û hêç dike? Bi rasti ev refleksa ku îro dewleta tirk li dijî tekoşîna azadîya gelê kurd nîşan dide, gefên ku dixwin û zimanekî   bê tore bikartînin, di warê dîplomasîya dinê de dê wana têxe tengasîyên mezin.

 Gelo, çima rayedarên tirk ji dîrokê ders nagrin? Çima tênagihîyên ku ev pêvajoya ku li Rojhilata Naverast destpêkirî, ji bona wan civakên etnîkî, olî û mezhebî yên di nav ev dewletên dîktator de dijîn de, daxwazîya azadîyê, wekhevîyê û edaletê ye.

 Gelo, çima gelê kurd wê ji van mafana bê par bimînin? Dinya alem di zane ku, gelê kurd, kêmasî qasî her gelê azad, li ser xaka xwe azadî heq kirî ye Ma Serokwezîr Erdoğan nizane ku, ev zimana ne zimanê biratîya gelan e, ne zimanê çareserîyê ye. Qey nizane ku ev zimanê  gefxwarinê û zimanê edepboz û pêxwas, wê serê wî û serê gelê tirk têke  gellek xetereyan.
 Gelo, kîjan hiqûqa dewletan, peymanên nav netewî, kîjan ehlaq û gotinên olî, binpêkirina mafê bi milyonan kurd dide wana.
 
Kurdistanek serbixwe ne xeyal e lê ne jî hêsa ye…!         
 Pêvajoya ji 1990an destpêkirî û ta îro,  hinek tespîtên ku ji bo netewdewletan hatiye gotin berevacî kirî ye. Ger ew tespîtana rast bûna, gere di nav Yoguslavyayê de, di nav Sistema Sovyetê de ev dewletên etnîkî derneketana holê. Herdu Dewletê Elman negîhana hev û Çekoslovakya jî,  ji hev cûda nebûya. Tê xwiya ku, di 20-25 salê pêş me de, wê gellek dewletên din derkeve qada navdewletî.

Gelê kurd jî di nav pêvajoyek netewbûyînê de ye. Mafê ku di serê sedsala 20an de nikaribû bikarbanîya, îro dixwaze bikarbîne. Ji bo wî, li ser her çar peçê Kurdistanê de di nav hewildanan de ne.

Gere kurd di sêrî de ji dîroka xwe û ji ezmûnên xwe sûd werbigre. Di sêrî de her  kurd û siyasetmedarên kurd gere vê rastîyê bizanibin. Li gor min, tecrubeyên kurda yê bixwe, ji bo paşeroja wan tije mînak e. Belê tecrubeyên gelê dinê ji bo me, di nav xwe de gellek ezmûna dihewîne û gere em ji van ezmûnana agahdar û sûd werbigrin.  Lê dîroka gelê kurd li ser tekoşîna azadîyê hatîye  ava kirin, û di van ezmûnan de gelek têkçûyîn, êş û elem, serkeftin jî he ye. Ji bona  wî,  dîroka gelê kurd di vî warî de xwedî zengînîyek bê hempa ye.

Îro li rajavayê Kurdistanê rojên dîrokî û pêvajoyek girîng destpêkirî ye. Gava mirov li ezmûn û serkeftina Başûrê Kurdistanê dinêre, di serkeftinê de rola aktorên derveyî heremê derdikeve pêş. Ev faktora, tu carî rola berxwedana gelê kurd biçûk na ke, bîlakîs mezintir dike.
 
Çima ev wisa ye?
Ta ku aktorên sîyaseta kurd, bes bi aktorên sîyasi yê herêmê re kar dikirin, bi her berxwedan û tekoşîna wan ve jî, ne yekîtîya wan û ne jî ji alîyê sîyasî de serkeftina wan pêk dihat.  Gava ku kurdan, bi aktorê sîyasetê yên derve  yên berjewendîyê wan li ser heremê hebûn re  ketin nav dîplomasîyê, wê demê kurda ji vê pêvajoyê sûd wergrtin. Ji vê stratejîyê şûn de, yekîtîya hêzên sîyasî hate holê û bihevre karkirin, parvekirina desthilatdarîyê kete jîyanê.

 Ger ne wisabûya,  îro rola Serok Barzanî, di nav dîplomasîya navnetewî de bi vî rengî dernediket pêş. Bê dilê dîplomasîya tirka be jî, ev rola Serok Barzanî, ji alîyê dîplomasîya tirk jî hate qebûlkirin û ev rastîya wek axûyê qebûl kirin.
Peymana Hewlêrê ya bi pêşengîya Serok Mesûd Barzanî ve di nav herdu encumenên (ENKS-EGKR) Kurdistana Rojava de hate îmze kirin, encama van ezmûnên ku di dîroka kurd de hatiye ceribandin e.  Ger ne wisa bûya, li pê îmzekirina Peymana Hewlêrê, kurd ne diketin rojeva dîplomasîya dinyayê. Avakirina Desteya Bilind ya  Kurdistana Rojava û bicîkirina xalên peymanê yên din, li rojavayê Kurdistanê ev destkeftîyên zêrînî anî holê.
           
Ya girîngtir, ji destkevtiya pêştir parastina van destkeftîyana ne. ..!
Bi taybetî ji bo Desteya Bilind ya Kurdên Rojava û bi tevayî ji bo dîplomasîya kurd, pêvajoyek herî giring û dîrokî destpêkirî ye. Ji ber wî her kurdek gere wek dîplomatekî tev bigere.

Ji bo wî, ya yekem, ENKS û EGKR gere di nav xwe de hinek bûyerên ku berê wek neyînî qewimîne, ji bo van bûyerana xwe rexne bikin. Bi taybetî PYD gere dev ji qalibên ideolojîk yên “Şerê Sar” berde û zêdetir argumanên hevdem yên demokrasîyê, wekhevîyê û aşitîyê bikarbîne û dijminatîya sîstema liberal, rojava nekin. Di vi warî de bawerîyê bide dîplomasîya navnetewî.

Ya duyem, bi Qonseya Netewî ya Sûrîyê re wek du encumenên serbixwe, rêya pêwendîya hevkarîyê ya li ser dahatûya Surîyê vekin û têkevin danûstandinan.

Ya sêyem, bi stratejîyek netewî di kar û barê xwe de bimeşe û rê ne de hinek arguman û pravokasyonên – wek argumanên terorê û êrişên PKK yê li ser sinir dijî Tirkîyê- ku Dewleta Tirk dixwaze bikarbîne.
.
Êdî di destê kurda de jî gellek argumanên dîplomatik, destkevtinên ragîhandinê yê teknîkî û sîyasî hene. Ger Kurd stratejîyek rast bimeşînin, gef û tehdditên Dewleta Tirk û rayedarên wan dê pûç û vala derkeve. Wek mînak, di pêvajoya azadîya Başûrê Kurdistanê de, gotinên ji bo şoreşa Kurdistanê û Serok Barzanî de dahate gotin, bi destê dîplomasîya navnetewî  bi wan wek axuyekê hate daqultandin.

Bangawazîya min ji rayedarên Tirka re; Ger hûn mesela tahsîldar dizanin,  ezim serê xwe meşkînin û baca xwe bidin. Ger ne wisa be,  mixabin hûnê him ser xwe bide şikandin û him jî hûnê bacê, bi faîzek herî zêde  bidin.
 Werin dev ji gef û zimanên bêtoreyî û pêxwasîyê berdin, û bi kurde re wek bira, -daxwazîya kurda biratîye- nebejî  wek  cîranekî ji mafê kurda re rêz girtî bijîn.

Jêder: Kovarabîr