Di Salroja Armancdarkirina Yaraneyan Li Îranê, Helmasîn Gihîşte 40 Ji Sediyê

12:11 - 29 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Dezgeha Rêvebriya welat ji bûdceyên xizmetkariyên welat kêm dike û bi xistina wê li bazar de, dixwaze nirxa helmasîna welat control biket.


Mihemd Reza Xebaz, endamê Komîsyona Aboriya Meclîsê bi baskirina vê pirsê, ragihandiye: “Tê pêşbînî kirin ku nirxa helmasînê li Îranê di salroja cîbicîkirina terha armancdarkirina yaraneyan de bigîje %40.”

Her di vê pêwendiyê de Ehmed tewekulî di nameyek de firt û fêlên dewletê bas kiriye û nivîsandiye dewletê tenê yek li ser 8 a %30 ew dahata ku biryar bû li encama jordeçûna nirxan bo piştevanîkirin ji kertên berhemanînê û bêkariya karkeran xerc bike, daye kertên berhemanînê.

Malpera Efkarnews di raporekê de belavkiriye ku nirxa şimekên sereke zêde bûye û ew berhemên ku ji şîr pêk tê %25 heta %30 zêde kiye, nan %150 heta %300 jorde çûye, û terha weku berhema avahîsazî, derman û alavên nav mal jî nêzîk bi %15 heta %40 jorde çûye.