Di Kurdistana Îranê de 51 welatî di mehekê de hatine binçavkirin

19:46 - 23 Tebax 2020

Li gor amara ku di navenda amar a saziya mafê mirov a Kurdpa yê de, di meha Gelawêj a sala 1399`an de, 51 welatî di Kurdistana Îranê de hatine binçavkirin.

42 kes ji girtiyên meha Gelawêjê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

9 kes bo derbaskirina heyama hepsa ku bi ser wan hatî sepandin, bo girtîgehê hatine veguhastin.

Sedem û awaya binçavkirina welatiyan:

Hêzên ewlehî: 28 kes

Hêzên leşkerî: 4 kes (4 kolber)

Nexuyayîya qeder u cihê girtiyan piştî binçavkirin: 54 kes

Êrîş, vekolîn û têkdana mala welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve: 29 kes

Zewt kirina keresteyên kesî: 8 kes

Lêdan û îşkence di dema binçavkirinê de: 1 kes

Tohmeta ku bi ser girtiyan de hatî sepandin:

Alîkarî digel yek ji Partiyên Kurdî: 13 kes

Kolberî: 4 kes

Çalakiyên ola suniyan: 4 kes

Rexne ji komara Îslamî: 1 kes

Çalakiya hejmarek ji welatiyan hate xcuya kirin:

Çalakvanê medenî, çalakvanekî jîngeparêz, parêzerek, çalakvanekî mafê jinan, xwendikarekî beşa hunerî, 9 welatiyên nerazî yên kombnûna nerizayetiyên meha Xezelwerê, çiyagerek, verzişvanek, 5 çalakvanên ola sunî mezheban, endamekî mekteba Quean, nû ayînik û 4 kolber.

Navenda amar a saziya mafê mirov Kurdpa