Di Îranê de tenê 21 milyon kes dişuxilin

20:48 - 24 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Tevî vê ku heşîmeta Îranê digihîje 80 milyon kesan, lê tenê 21 milyon kes di wî welatî de dişuxilin.

Li gor raporên ku belav bûne, Nawenda amara Îranê di nûtirîn rapora xwe
de, li ser rewşa aborî ya Îranê nivîsandiye ku 40.1 mîlyon kes ji xelkê Îranê ku temenê wan bo karkirinê dibe, xanenişîn bûne, û 4.7 mîlyon kes jî tevî vê ku kar nakin, lê dahata wan heye. Li gor vê amarê di Îranê de tenê 21 mîlyon û 304 hezar û 303 kes kar dikin.

Li gor nûçegehaniyan, di Îranê de 64 milyon û 16 hezar û 690 kes hene ku temenê wan bo karkirinê dibe, lê tenê 21 mîlyon û 304 hezar û 303 kes kar dikin.

Roj tevî rojê bêkarî di wî welatî de zêde dibe û li gor amaran 40 mîlyon û 198 hezar û 222 kes di Îranê de bêkar in, û di vê navberê de 28 milyon û 205 hezar û 198 kes jin in, lê bêkar in. Herwisa bi sedan jinên xwendekar hene ku zanko tewaw kirine lê bêkar in.