Di heyamê 5 rojan de 25 wilati li Îranê hatine darvekirin

12:54 - 30 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: li dirêjîya şopa darvekirinê li wilatê Îranê, li heyamê 5 rojan de 25 wilatî hatine darvekirin.

Çelangên mafên mirov û demokrasiyê li Îranê ragehandin: roja çarşem, berwar 6 ê Befranbarê, 6 wilatî yên Îranî di hepsa “Qizil Hisra “a bajarê “Kerec”ê de bi sûçê kirîn û firotina madeyên hişber hatine darvekirin.
sibêdeya roja pêncşembiyê, berwar 7ê Befranbar,ê’ li parka Sahilî a bajarê “Yasuc”,ê’ 5 wilatî li hemberî çavên xelkê hatine darvekirin.

Her wiha roja pêncşembiyê li hepsa “Qizil Hisar”a bajarê “Kerecê” 7 wilatî ên Kurd û wilatiyek din ê Efxanî li zîndana navendî a bajarê “Simnan”ê ku bi darvekirinê hatibûne mehkûm kirin, hatin darvkirin.

sibêdeya roja şemîyê, berwar 9,ê Befranbarê, nûçegihaniya Mêhar a Îranî bilav kir ku 4 kes bi sûça kirin û firotina madeyên hişber û dest dirêjîya Sexî, li zindana navendî a bajarê “Yezd”ê hatine darvekirin.

êwariya roja roja şemîyê malpera “Hêrana” bilav kir ku 2 Wilatîyên din li zîndana bajarê Urmîyê bi sûça kirîn û firotina madeyên hişber hatine darvekirin.

pêaka amara tomar kirî li navenda amara Kurdpa,ê’ di destpêka Payîza îsal haya niha nêzîk bi 203 kes bi sûçên cûr bi cûr li Îranê hatine darvekirin û jibo 35 kesên din jî hûkmê darvekirinê hatiye dan.