Di encama teqeya hêzên leşkerî de du kolber hatine birîndarkirin

16:55 - 5 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd yên xelkê bajarê Xoyê bi sedema teqeya hêzên sînorî di devera Qutûr de, hatine birîndarkirin û bo nexweşxanê hatine veguhastin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, evara roja Şemî, 14`ê Befranbarê, du kolberên Kurd yên bi navên “Elî Yûsifî” ê temen 25 salî kurê Mihemed û “Bêhnam Elîzade” ê temen 20 salî û kurê Husên û xelkê gundê “Belcuk” a ser bi devera Qutûr a girêdayê bajarê Xoyê, bi teqeya hêzên leşkerî hatine birîndarkirin.

Bi gotina çavkaniyeke agehdar, ew du kolber digel hejmarek kolberên din di bilindahiya gundê “Belcuk” a ser bi devera Qutûr, rastî gullereşandina hêzên sînorî hatin.

Herwisa wê çavkaniyê daye xuyakirin: “Hêzên leşkerî li sînorê devera Qutûr ya ser bi bajarê Xoyê, bi bê agehdarkirina berê, teqe ji wan du kolberên Kurd kirine.

Bi sedema teqeya rasterast a hêzên sînorî, ew du kolberên Kurd birîndar bûne û di encamê de bo nexweşxaneya bajarê Xoyê hatine veguhastin.