DI CEJNA REMEZANÊ DE EREB HATINE BINÇAVKIRIN

14:58 - 20 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Duh di dema bi rêberbirina Daba Cejna Remezanê li Parêzgeha Xûzistanê, hin welatî ji aliyê Hêzên Ewlehî ve hatine binçavkirin û bo Şûnek ne eşkere hatine veguhastin.

Pêka Çalakên Mafên Mirovan, Roja 20’ê Tebaxê li dema welatiyan serdana Malbat û Xizmên xwe dîtin dikir, hin ji wan hatine dest biserkirin.

Rapora bahsa viya dike li Şaristana “Şûş”ê 8 welatî bi navên “Ebdulkazim Hemîdawî Helbestvan û Rixnegir, Ehmed Ke’bî Kurê Elî, Yûsif Ebdulxanî Kurê Ebûd, Feysel Çinanî Kurê Ebdulhusên, Elî Hemdanî Kurê Muhsin, Fuad Semedî Kurê Kerîm, Ehmed Çinanî Kurê Qasim û Casim Ke’bî Kurê Elî hatine dest biserkirin.

Her wisa li Beşa “Şawûr” a wê Şaristanê, “Ebdulla Ke’bî” 31 salî û “Cehad Ke’bî”30 salî Kurê Rehîm hatine binçavkirin.

Li Taxa “MelaŞiye”a Ehwazê jî 5 EndamêN Malbatekî bi navên “Cemal, Mehdî, Eyûb, Hekîm û Xelîl Xisrecî” û Mamustayek Olî ê Sunnî bi nave “Nacî Şemrî” hatine dest biserkirin.

Li heftiya derbasbûyî de li Ehwazê alozî li hev hatine û xelk xwazyarê serbestkirina Girtîiyên Siyasî bûne.