Destfiroşiya werzişvanên Kurd ji bo dabînkirina dahata jiyanê

22:30 - 3 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Ji bo careke din rewşa nebaş a jiyana werzişvanên Kurd bûye mijara Medyayên hundir yên Îranê.

Li gora nûçegihaniyan, bi sebeba xemsariya berpirsan û guhnedana berpirsên werzişê, werzişvanekî Kurd bi navê “Ferzad Silêmanî” ji bo dabînkirina dahata jiyana xwe karê destfiroşiyê dike.

Ferzad li temenê 23 saliyê de ji bo endambûn li tîma neteweyî a karate a Îranê daxwaz lê hatibû kirin, û piştî derbazbûna 2 roja bi ser karê meşqa wî ji aliyê kesê ku karê perwerdehiyê jêre digot, jê re tê gotin ku navê te li rêzbenda tîma neteweyî de vêde birine, tu dibe ku li vê derê biçî.

Birayekî din yê wî werzêşvanê Kurd çarenivîseke bi wî awayî heye, ku piştî bangkirina wî bo lîstin di tîma neteweyî de navê wî di rêzbneda verzêşvana de vêde dibin û navbirî niha mijûlê karê kirêkariyê ye.

Ferzad li sala 1987’an li gundê Mîravaya girêdeyî herêma Soma û Biradost a ser bi parêzgeha Urmiyê hatiye dine, û heyanî niha 35 midalên cur bi cur bi dest xwe ve anîne.

Rewşa nebaş a aborî ya wezêşvanên binavûdeng yên Kurd, hin caran di medya û malperên civakî de deng vedide.