Demîrtaş: Bila Sala Nû Bibe Sala Aştî û Demokrasiyê

14:41 - 1 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selaheddîn Demîrtaş, peyama sersalê weşand. Demîrtaş sala nû ya hemû kurdan pîroz kir û xwest ev sal bibe sala aştî û demokrasiyê.

Hevserokê BDP’ê Selaheddîn Demîrtaş, peyama sersalê ji PNA’yê re jî şand. Di peyamê de hate gotin hê jî li Rojhilata Navîn, Sûriye û Tirkiyeyê ji ber şer û pevçûnan gelek kes jiyana xwe ji dest didin û ev peyam hate dayîn: “Di sala 2012’an de êş, rondikên çavan, hejarî, xizanî, bêdadî, newekhevî û bêaramî bû para miletan. Di vê salê de li ser daxwazên azadiyê jî zext û zordariyeke mezin hate meşandin.” ‘Sala nû bila bibe destpêkeke nu’ Demîrtaş, destnîşan kir ew hêvî dikin sala 2013’an ji par cudatir be û di şûna êş û eleman de kêfxweşî, aramî serdest be. Di peyamê de wiha hate gotin: “Ji bo sala nû hêvî, çareseriyeke bi dad, aştî û cîhaneke bi aram divê derkeve pêş. Em dixwazin sala nû bibe sala aştî û demokrasiyê.
Jêder: (PNA)