Dayîk û kurekê li bajarê Bicnûrdê seva jegrîbûn bi gazê canê xwe ji dest dan

12:47 - 28 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Dayîk û kurekê ku xelkê bajarê “Bicnûrd”a parêzgeha Xoarsana bakûrin, seva jehrîbûn bi gazê canê xwe ji dest dan.

Şeva Çarşem 27’ê Şibatê jinek 24 salî û kurê wî ê temen 6 salî,di mala xwe de bi gaza “Monoksîdî Kerbon” jerhrî dibin û di encam de difetisin.
Pizîşkê yasayî yê Xorasanê ragehand,ku ev dayîk û kure bi enqest ji aliyê kes û yan kesên nenaskirî hatine kuştin.

Heta dema bilav bûna nûçeyê serbarî lêpirsîna Polîsan û aliyên peywendî dar,sebebê mirina wan du kesan nehatiye zanîn.

Li gor amara Îdareya pizîşkê yasayîê Îranê li destpêka îsal heya meha “Îlan”ê 234 kesan li Îranê de seva boyerên gazgirtinê cane xwe ji dest dane ku li rêjeya han 171 kes mêr û 62 kes Jin bûne.her wiha li destpêka îsal heya dawiya meha Çiriya Paşîn a 2013’an 20 wilatiyên Kurd li parêzgeha Kurdistanê seva jehrîbûn bi gazê canê xwe ji dest dane.