Dawî hatina heyamê mirexesiya hepsiyekî siyasî ê Kurd û vegerîna wî bo girtîgeha Urmiyê

18:29 - 30 Hezîran 2020

Roja Duşemî 29`ê Hezîranê, hepsiyê siyasî ê Kurd yê bi navê “Mihemed Şerîf Salim Dizeyî”, heyama mirexesiya wî a pizîşkî dawî pê hat û bo benda hepsiyên siyasî a girtîgeha bajrê Urmiyê hate veguhastin.

Ew hepsiyê siyasî piştî du rojan qerentînê, di benda emn a girtîgehê, bo benda hepsiyên siyasî hate veguhastin.

Ew hepsiyê siyasî xelkê “Dize”ya Mirgevere ku di meha Banemer a îsal tûşî vîrusa Koronayê bû û bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ji aliyê taya 2 a dadgeha binav şoreş a bajarê Urmiyê bi dadweriya “Elî Şêyxlû” 5 sal hepsa te`izîrî bi ser wî welatiyê Kurd, hatiye sepandin.

Dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endametiya di yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” û pêka madeya 499 a qanûna ceza ya îslamî, 5 sal hepsa te`izîrî bi ser de sepandiye.

Cezaya 5 sal hepsa te`izîrî a wî welatiyê di taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê bi 3 sal hepsa te`izîrî hate kêm kirin û roja Yekşemî 8`ê Befranbara sala 1398`an di girtîgehê de bi wî hate ragihandin.

Ew welatiyê Kurd roja Yekşemî 1`ê meha Rezber a sala 1398`an ji aliyê hêzên ewlehî ve û piştî çar rojan lêkolîn di girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî a wî bajarê hate ragihandin.