“CPJ”ê rapora xwe ya herî nû bilav kir

13:26 - 3 Gulan 2012
Kurdpa: li gorî rapora Komîteya Piştevaniya ji rojnamenûsan “CPJ” , Îran, Sûriye, Koreya Bakûr û çend welatên din jî çûne nav rîzbenda wan welatên ku binpêkarên azadiyê ne.

Komîteya Piştevaniya ji rojnamenûsan li rapora xwe de cuda ji vê ku Sûriye û Koreya Bakûr wek sebebkarê ne cihgirbûna Jeopolîtîk û navikî daye nasandin, îran car din jî xistiye nav rîza welatên binpêkarê mafê mirovan.

Li rîzbenda vê komîteya navê welatên wek: Êrîtire, Gîneya Ostiwayî,Ozbeistan, Miyanmar, Erebistana Seûdî, Kûba, û Bilarûs tên dîtin.

Her di vê raporê dehatiyr ku hikumetên Îran û Sûriyê û Koreya Bakûr bi awayê herî xirap rojnsmevan tepeser kirine, û Îran li pileya 175’ê de cih digre. Her di vê derheqê de welatên wek Fenland, Norvêj û Holend şiyane ku pileya herî baş di warê azadiya çapemeniyê de bidest bixin.

Bi giştî navê 151 rojnamevanan jî wek rojnamenûsê girtî di vê raporê de hatiye, ku ji wan girtiyaan 26 kes di girtîgehên Îranê de ne, ku navê Ednan Hosênpûr û Mihemed Sidîq Kebûdwend jî di nav raporê de ih digre.