Çiya Mazî ji bo kê û ji bo çi bi kurdî dinivîse?

22:04 - 5 Tebax 2012
Nivîskarek ji bo çi, ji bo kî, çima bi kurdî dinivîse? Nivîskar Çiya Mazî ji aliyê xwe ve bersiva van pirsan dide.

1. Li welatê ku şer û pevçûn û qir û qiyamet lê heye, nivîs dikare bi kêrî çi bê?
Çiya Mazî: Nivîs dikare pir tiştan bike. Yên ku şer dikin li şer difikirin, li serkeftina wê demê difikirin. Lê belê yên ku li wan dinêrin, tevgerên wan bandora wan ya li civakê û li giyanê mirovan û li axê dişopînin û fikrekê jê derdixin nîşeyan dikin (not dikin). Û wan nîşeyan dikin wêje, ew wêje jî ji civakê re dibe hiş û ew hiş jî dibe hişmendîyek mayinde.

2. Nivîsandina te ya bi kurdî çawa dest pê kir? Ji ber helwesteke polîtîk an jî ji ber pêdiviyeke hunerî?
Ç.M: Pêşî ji ber helwesta polîtîk dest pê kir. Lê dû re ji xweber bi ser pêdiviya hunerî dageriya û dom kir. Ango valahiya wêjeya kurdî û xwestin û hezkirina min a ji hunerê û giyanê min ez ber bi wê nivîsa wêjeyî kişandim.

3. Heke Kurdistan azad bûya te yê dîsa jî binivîsiya? Di nivîsandinê de rola bindestiyê çi qas heye? Nivîsandin dikare te yan jî me kurdan bike serdest?
Ç.M: Ku wextê min dest bi nivîsê kir Kurdistan hebûya; dibe ku min nenivîsanda, lê dibe ku hestên min wê demê ku aniha bûne helbest an bûne çîrok, dê bibûna penceşêr û di bedena min de derketa. Dibe ku ez bi xwe nehesiyama ku “çi me û çi dikim?”  Ya ku hestên min kirin teknîk û li ser kaxezan rêz kirin halanên netewî bûn. 
Heke ev nivîs û wêje ji gelekî re bibe hiş û bibe bîr an jî heke zanistiya lîteraturê wisa be, wê demê nivîs dê netewan bibe qada xelasbûnê. Ev ne bi awayê serdestiyê be jî, bi nivîsê azadî tê, lê belê yên bixwazin bibin serdest jî dikarin wê bikar bînin. Divê mirov wêjeya devkî jî di qada wêjeyê de bihesibîne û wê jî wekî nivîsê bihesibîne û di nava faktorên xelasiyê de bibîne.

4. Tu dema ku dinivîsî, gelo dixwazî kî nivîsa te bixwîne? Tu dixwazî ji bo çi bixwîne, peyama te ya sereke çi ye? Profîleke xwendevanan a çawa tên ber çavên te?
Ç.M: Bi rastî ev jî li gor pêvejoya nivîsandina nivîskêr tê guherandin. Heke ev pirs di destpêka nivîsandina min bihata kirin minê bigota “ez dixwazim yên ku kurdîtiyê nizanin bixwînin ango yên ku rewşa neteweya xwe nizanin”. Lê aniha ji ber ku di wî warî de serkeftin çêbûye û kesekî ku ji kurdî nehaydar nemaye, îjar ez dixwazim ciwan û mirovên li nakokiyên civakê asê mane bixwînin. Ji ber ku bi baweriya min likumandin û asêmana mirovan di quncikên civakê de ew zagon, pergal û hiyerarşiya feodal e. Êdî ew pergal û zagon (qaîde, qûral,yasa) demode bûne û astengiyeke mezin e ji bo pêşketina takekesiya azad. Îro yekî feodal bi piranî navê biraziyê xwe nabêje û her tim bi xwarzê, birazê û xalo û apo dipeyive. Ango ew kesê ku xwe di ser mirovan re digire, ewê qurre (helbet gelek kes ji hezkirinê dibêje xwarzê an birazê, ne ew) yê ku naxwaze navê kesî bibêje, ewê feodal an yê bi hişmendiya serdema eşîretiyê ye. Ji ber ku dema dibêje xwarzê ew bi wê peyvê xwe di ser wî re dihesibîne û yekser dibe amirê wî/wê. Di heman kêlîkê de rê li ber wî kesê ‘birazê’ digire ku fermana wî hukmê wî û erka wî red neke, an hurmetê jê re bigire. Û dide hîskirin ku li gor peyva wî û fermana wî tevbigere. Ev pisîkolojî nahêle mirov bi navê xwe mezin bibe. Navekî lê nake ji ber ku naxwaze ji wî pê ve kes hebe. Dema ku navê mirov û heyîna mirov a kesane tunebe, taybetî û nêrîna mirov tunebe, ku mirov xwe bixwe nikaribe biryaran ji bo şexsê xwe bide azadî tune ye wê demê. Mirov bibêje “viyê hanê biraziyê Ehmed e” tiştekî  din e, û mirov bibêje  “ew flankes e an Metîn, Elî ye an Ferhat e” tiştekî din e. 
Ku ew kes ne azad be û navekî wî tune be, civaka wî jî dê ne azad be û çawa ji wî  re dibêjin “birazê an xwarzê” dê ji civaka wî re bibêjin “kurdên me” û ji axa wî re jî bibêjin “başûrê welatê me”. Îjar profileke ku ji van tiştan haydar  an jî xwazgînê haydariya wan be, qîz û xortên ku li çirava Feodal-eşîretîyê aliqîne û nizanin çibikin, yên ku di wê çemberê de asê mane û nizanin dinyayek din jî heye, an yê ku zanin û piştgirî ji wan re çêbibe, dixwazim bibe xwendevanên min. Ango dixwazim kes azad bibe û kesên azad û yên ku azadiya kesên derveyî xwe binpê nekiribe, civakê azad bikin. Ne ku yên  ji bo egoya xwe navê kesan bilêv nakin û dîsa ji bo peyva wî ferman be hişmendiyek ku sed sal berê ya feodal divê heta niha qediya bûya, bikarbîne.

5. Gelo bi ya te nivîsandin çi ye? Gelo nexweşî ye, îbadet e, deyndan e, serîhildan e, stûyê xwe çemandin e, rastkirin e, şaşkirin e, rexnekirin e, nirxandin e, dagirtina valahiyê ye, valakirina hebûnê ye, qewartin e, qeşartin e, veşartin e, pêdivî ye, qidam e, erk e, fantezî ye, pîşe ye, kêf e, sebr e? Yan jî ji xeynî van tiştên ku me rêz kirin, tiştekî din e gelo?
Ç.M: Ev giş in. Lê belê ev têgehana her yek li hinek cureyên nivîsê tên. Mînak “deyndan, îbadet, rastkirin û pîşe” li wêjeyê nayê bi ya min. Lê têgehên wekî “dagirtin û valakirina hebûnê, fantezî, pêdiviya rihî” li wêjeyê tê. Têgehên din jî li cure nivîsên din dibane û peywîra nivîskarên zanînê derdixe holê. Yanî nivîs giş ne wekî hev in.
Ji bo wêjevan û kêfa wêjevan carinan nivîs bi kêr nayê û berevajî wê carinan dibe jehr û li bedena wî digere. Ew jehr heke ji wî re bibe berhem, ji hinekan re, ji xwendevanan re dibe kêf û qidam.

6. Nivîs bi ya te tiştên heyî vala û pûç dike, yan jî berovajî wê, hundirê tiştên heyî dadigire? Piştî nivîsandinê aramiyek xwe li te dipêçe yan jî “cira te nexweş” dibe?
Ç.M: Ez dîsa bibêjim nivîsa wêjeyê; di demên nivîsê de carinan ez xwe pir tengezar dibînim û cirnexweş dibim heta ku bi ser dikevim. Wê demê aramiyek bêhempa li bedena min dide der. Lê bi tevahî an jî mînak piştî ku ez li paşeroja xwe bifikirim, dîsa poşmaniyek kûr bi min re çêdike. Wekî encama deh salên nivîsê, heke mirov deh salan wêjeyê binivîse û mirov bi ser keve, mirov û civak berhema mirov biecibîne kêfek mezin e. Lê belê ku nivîskar di wê dawiya deh salan de, li paşeroja xwe bizîvire û bîne bira xwe, xembariyek bi poşmanî derdikeve holê. Ji ber ku wêjevan xwe ji gelek tiştên jiyanê, ji hêmanên jiyanê fedekariyê dike û jiyanek tenê fikirandin û ponijandinê dijî. Ew jî wî ji gelek tahmê dinyayê bi dûr dixe û carek din nikare bidest jî bixe. Latên kûr dikeve nava jiyana ciwanî û ya bitemen, xwe di nava deryayeke ne serî û ne dawî de dibîne, ne veger heye û ne dikare dev jê berde, bi sermestî dom dike, lê tirs û xofek dawiya hebûnê jî pê re çêdibe û cirnexweşiya dawiya temen xwe hêdî hêdî dide der. Îjar wêje hem tiştê heyî, jiyana dinyayî pûç dike û hem hundirê vala ji alî hiş de tije dike û hem jî tirsa pêşketinê, tirsa tenêbûnê dilê wî dikurisîne.
   
7. Baweriya te bi îlhamê tê? Piranî kîjan deman, kîjan saetan, çawa dinivîsî? Ji bo nivîsandinê ji fikir/peyva pêşîn heta ku ew nivîs bê belavkirin/xwendin ji te re çi hewce dike? Di wê pêvajoya destpêk-qedînê de tu li hêviya çi yî?
Ç.M: Baweriya min bi îlhamê heye, ji ber ku îlhama min heye. Heye lê her tim ne bi min re ye, her tim ne di hişê min de ye. Dema ku nîşaneke wêjeyî dibînim ango di hişê min de direhme û dixwazim tiştekî ji bo wê binivîsim li bendî wê îlhama xwe dimînim. Dema îlhamê, dema nivîsa wêjeyê tuneye ku çawa û ji ku de bê. Ne diyar e. Carinan sewteke, carinan bûyerek e, carinan kerbeke û carinan kenek e. Dibe ku mirov di xew de bibîne, şiyar bibe û not bike. Dibe ku di bin avê de bê bîrê û bi lez û bez derkeve ser avê û not bike. Tenê îşareta îlhamê, îşareta hêmayekê bi min re çêdibe û dimînim li bendî îlhama ku aîdî giyanê min e; ku tîpan bike peyv, peyvan bike hevok û hevoka bike berhem. Ku hat rêzkirin êdî qediya ye û tenê xebata serastkirinê  dimîne, ew jî (nivîs)ne hewceyî îlhamê ye, ji ber ku êdî li ser îlhamê neqiş çêdibe. Lê wekî wêjevanê dinyayê jî gelekan gotiye ‘dema ku mirov ne li bendî îlhamê be ew nayê’. Heta û heta, ku mirovek xwedî rihê wêjevaniyê be û nizanibe birijîne ser kaxizê û li bendî îlhamê nemîne ew îlham ji xwediyê xwe dixeyide, ji wî dixeyide û wî di pêvejoya temenê wî de bi awayekî din nexweş dike.

8. Ji ber ku di kurdî de paşxaneyeke xurt a nivîsandinê tune –ji ber de dem û pêl ji hev hatine qutkirin-  gelo mirov dikare di kurdî de qala “nivîskarî”yê bikî?
Ç.M: Erê, heke mirov dîrokek bi demên dirêj bîne ber çavên xwe mirov dikare qala nivîskariyê bike. Ango mirov kurdan wekî kalekî 500 salî bihesibîne mirov dê bibîne di temenê wî kalî de paşxaneyek (bellek) bêhempa heye. Di heyamên wî temenî de gelek carî ew paşxane ketiye binê behrê an jî tofana qûmê bi ser de hatiye. Lê aniha gelek kes kalê 500 salî nabînin, tenê yê 80 salî dibînin û li gor wê nirxandinê dikin. Ji ber ku di wan 500 salan de temenên qut hene. Civakek emirqutî her tim hebûye di 500 salan de. Ji ber wê yekê dibe ku ew nivîskariya wan heyaman  ji civakê re nebûbe paşxane. Ji ber ku nivîs-nivîskar û civak ji hevdû hatine qetandin. Mînak em bibêjin li Qafkasya ev sed sal e ku nivîsa kurdî,wêjeya kurdî heye lê haya kurdên bakur ev çend salên dawiyê jê çêbûye û hê jî baş haydarî çênebûye.  Ji Ehmedê Xanî û heta niha bi sedan nivîskar û wêjevan hene û berhem afirandine, heta dibe ku ji gelên cîran bêhtir jî afirandibin, lê belê ji gelê wan re nebûye paşxane, neketiye bîra mirovên wan.  Ev ji bo wêjeyê wisa ye. Ji bo cure nivîsên din pir kêmanî heye. Mînak wekî nivîsa bi zimanê kurdî ya siyasî, kêm e di dîrokê de. Heke ev hebûya ji xwe dê ji nivîsa wêjeyî re jî bibûya şemsiye û di bîra mirovan de veşarta û bibûya paşxaneyeke netewa kurd. Ji xwe wisa bûya dibe ku azadiya kurdan jî ji zûde hatibûya.
9. Dilê te dibije kîjan nivîskarî?
Ç.M: Ew nivîskarê ku xwestiye hişê mirovan bileqîne. Wekî Dostoyevskî.

10.  Ji bo kesên ku nû dest bi nivîsandinê dikin, pêşniyarên te çi ne?
      Ç.M: Ji ber ku êdî paşxaneya wêje û nivîsa kurdan ketiye rêyek baş, yên ku dest bi nivîsê bikin divê haya wan ji vê paşxaneyê, ji van nivîs û berhemên ku hatine holê hebe. Ji ber ku kes di dibistanên kurdî re nemeşiyaye û meş hê jî dûr e, ku mirovekî dest bi nivîsa kurdî kir an dest bi berhemekê kir divê ew bigere û bipirse “gelo berî min çi hebû, çi hatiye nivîsandin?” Heke haydarî tunebe ku yê nû nebêje “di kurdî de kê çi nivîsandiye, çikas û kîjan demê nivîsandiye?”  û bibêje  “ev dinyaya min e, kes tune ye û tiştekî kurdî tune ye berî min.” Wê demê dê pir bi şid û di demek nêzîk de li bin guhê erdê bikeve û parçe parçe bibe, ji ber ku, bin wî valahiyek kûr e jî, dê pir jî biêşe.
    Ji xwe bi demê re pê bihese way berî wî jî gelek tişt hatine nivîsandin jî û pê bihese ku, berî ew bê ser rûyê erdê jî tiştên hêja, berhemên ji yên wî gelekî xweştir hatine afirandin, wê demê dê pir fedîkar bibe û veger jî zahmet e.
                                                                                                      
Jêder: ji kovara W ya hejmara rezber-kewçêrê hatiye girtin